Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê: Dewleta Tirka penaberiyê teşwîq dike

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kir ku dewleta Tirk penaberiya sûriyan ji welatê xwe û penaberiya sûriyan ji Tirkiyê ber bi Ewropayê teşwîq dike. Her wiha bang li ciwanan kir ku bi dev ji axa xwe bernedin û tev li xebatên siyasî bibin li şûna ku penaber dibin.

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê: Dewleta Tirka penaberiyê teşwîq dike
25 îlon, 2022   14:29
HESEKÊ

Komîteya Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya navçeya Şedadê ya Hesekê, bi beşdarbûna bi dehan endamên komîteyê û ciwanên navçeyê daxuyaniyek da û tê de behsa xetereyên penaberî û bandora wê li ser ciwan û pêşeroja herêmê û kî li paş wê ye û armancên wan çi ne, kir.

Endama Komîteya Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El-Teraf daxuyanî li pêşiya nivîsgeha partiyê xwend û diyar kir ku weke ku di sala 2015`an de çêbûye, bi hezaran sûrî xwe amade dikin ku penaberî dewletên Yekitiya Ewropayê bibin. Her wiha dewleta Tirk şerekî taybet ê çapemaniyê li dijî welêt dimeşîne û armanc jê ew e ku herêmê ji ciwanan vala bike û wan teşwîqî penaberiyê dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser malperên tevna civakî gelek çîrokên ciwanên ku dest bi rêwîtiya penaberiyê kirine û di daristanên Polanyayê de, di navbera Tirkiyê, Bulgariya û Yewananistanê de asê mane tên pavekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk rewşên aborî yên xerab ji ber dorpêç, ziwabûn û kêmbûna derfetên kar li ser dezgehên çapemaniyê bi kar tîne û penaberiyê teşwîq dike. Li aliyekî din jî kaxiza koçberan bi kar tîne û li Ewropayê zext dike.

Di daxuyaniya xwe de bang li ciwana hat kirin ku dev ji axê bernedin û tev li xebatên siyasî bibin. Her wiha hat piştrastkirin ku Partiya Sûriya Pêşerojê ciwanan teşwîq dikin ku bê tirs tev li xebatên siyasî û destekdayîna wan dikin û hewl didin ku derfetên kar ji ciwanên rewşenbîr û xwedî bawernameyan di saziyên sivîl de peyda bikin.

(dm)

ANHA