Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li ser serdozgeriyê da

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li ser serdozgeriyê da
23 îlon, 2022   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê herî kêm 18 meh in tu agahî nayên girtin.

Mehmet Ocalan birayê Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan heman daxwaz bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsrayê ji Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî kirin.