Li Kabulê teqîn; bi dehan kuştî û birîndar

Piştî nimêja înê, li paytexta Efganistanê Kabulê teqîneke mezin pêk hat, di encamê bi dehan kuştî û birîndar hene.

Li Kabulê teqîn; bi dehan kuştî û birîndar
23 îlon, 2022   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Hundirîn a Hikumeta Talîbanê da zanîn ku îro danê nîvro teqîneke mezin li Kabulê rû da.

Li gorî Reutersê, di mizgefta Wezîr Akbar Khan a li Kabulê de teqîneke mezin rû da.

Li gorî Reutersê, şahidên bûyerê da zanîn ku dema welatî ji mizgeftê derdiketin teqîna li derdora mizgeftê rû da, di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.

(fr)