Li Donetsk, Luhansk, Zaporizhia û Kherson referandom

Îro seat di 5’an de bi dema Greenwichê "referandoma tevlêkirina" li Rûsya li Donetsk, Luhansk, Zaporizhia û Kherson dest pê kir. Kîêv û dewletên rojava ew yek rexne kir.

Li Donetsk, Luhansk, Zaporizhia û Kherson referandom
23 îlon, 2022   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansên nûçeyan ên Rûsya daxuyand ku îro "referandoma tevlêkirina" li Rûsya li Donetsk, Luhansk, Zaporizhia û Kherson dest pê kir. Tê payîn ku dengdayîna saet 5’an bi dema Greenwichê dest pê kir, heta 27 Îlonê bidome.

Desthilatan li wan herêman sêşemê ragihand ku ew ê referandomeke lez ji bo tevlêkirina li Rûsya ji 23 heta 27’ê Îlonê li dar bixin.

Serokê Ukrayna Vladimîr Zelensky di peyameke xwe got: "Ez spasiya hemû dostên Ukrayna û hevkarên wê li ser şermezarkirina tund a niyeta Rûsya li ser lidarxistina referandomê dikim."

Li aliyekî din jî serokê Fransa Emmanuel Macron diyar kir ku ji aliyê qanûnî ve tu girîngiya referandoma tevlêkirinê tune ye û ji rojnamgerên li New Yorkê re got: "Ez texmîn dikim ku tişt Rûsya ragihandiye sosret e. Fikrê lidarxistina referandoman li herêmên şer tiştî herî qirêj e."

Her wıha sekretê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg referandom şermezar kir û ew wekî zêdekirina şer ji aliyê Kremlin ve tê meşandin, nirxand.

(fr)