​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê pêla bilindbûna buhayan

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa rojevên Sûriyê, Lîbya û Yemenê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê pêla bilindbûna buhayan
23 îlon, 2022   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

‛LI SÛRIYÊ PIŞTÎ BIRYARA BANKA NAVENDÎ KEL Û PEL BIHA BÛN’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Rumxî hişyarî û gefên Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mizêxeran a Şamê ji bazirganan re ku buhayên xwarin û kel û pelan bilind nekin, lê piştî Banka Navendî ya Sûriyê nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar ji sedî 7 kêm kir ku dolarek ji 2 hezar û 814’î bû 3 hezar û 15.

Banka Navendî hewl dide heta astekê xwe nêzî bilindbûna nirxê dolar li sûkê bike ku her dolarek 4 hezar û 540 lîre derbas kir. Da ku bi rêya tesbîtkirina nirxê  pevguhartinê buhayan diyar bike. Ferqa di navbera buhayê fermî û buhayê hevserng de hîna gelek e. Heta dolarê li sûka hevseng jî ne ya rastîn e. Ji ber ku di bin kontola tedbîrên ewlehiyê de û qedexekirina bikaranîna dolar li herêmên rejîmê de ye."

‛NAKOKIYÊN NÛ KRÎZA SIYASÎ YA LÎBYAYÊ KÛRTIR DIKIN’

Li ser rewşa Lîbyayê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Meclisa Nûneran li Tebreqê biryar da ku serokekî nû ji dadgeha bilind re erkdar bike. Bi wê re dê parçebûna di navbera rojhilat û rojava de kûrtir bike, ew jî di demekê de ku hewldanên navneteweyî ji bo çareserkirina krîza Lîbyayê pêk tên.

Di civîna Meclisa Nûneran a li Tebreqê de tenê 50 delege ji zêdetirî 170 delegeyî kom bûn. Di civînê de wan delegeyan dengê xwe da Ebullah Ebû Rezîze ku bibe serokê dadgeha bilind li şûna Mihemed El Hafî. Lê tevî ku piranî delege kom nebûn, ew yek pêk hat.

Hewldanên Meclisa Nûneran ên ji bo guhartinên bingehîn di dadgeha bilind de nakokiyên nû bi dozgeriyê re vekirin."

‛GELO DÊ LI YEMENÊ AŞTÎ PÊK BÊ?’

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El Beyan ev tişt nivîsî: "Derfetên aştiyê li Yemenê bi nêzîkbûna dirêjkirin û berfirehkirina agirbesta heyî zêde bûne, ku dê 6 ​​mehan rawestana şer bi dawî bîne û pêvajoya aştiyê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û bi helwesteke yekgirtî ya navneteweyî ji bo piştgiriya wan hewlan dest pê bike. Her wiha bi wê re hejmara qurbaniyan kêm bûye, bi hezaran ji bo tedawîkirinê derketin derve, derfetên kar û xwendinê çêbûn.

Nûnerê amerîkî yê taybet ê Yemenê Timothy Lenderking di nava aliyên dijber de hevkariyek hebû. Ew bawer e ku dê lihevkirineke nû ji bo dirêjkirina agirbestê bi nêzbûna bidawîbûna wê çêbe. Civata navneteweyî bi hemû keda xwe dixebite ku agirbestê dirêj bike, lê ji aliyên dijber xwest ku xwestekên wan realîst bin."

(fr)