Ciwanên herêma Firatê: Ji bo têkbirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ciwanan dikin hedef

Ciwanên herêma Firatê da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina ciwanan bi rêya balafirên bêmirov an jî bi madeyên hişbirê û bikaranîna wan wek ajanan, têkbirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye ku ciwan dînamîka wê ne.

Ciwanên herêma Firatê: Ji bo têkbirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ciwanan dikin hedef
23 îlon, 2022   08:22
KOBANÊ

Ji bo wêrankirina civakê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan hewl dide şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Li dijî şêniyan komkujiyan pêk tîne û di serî de ciwanan dike armanc.

Li ser vê yekê, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Herêma Firatê Mihemed Mehmûd wiha got: "Destpêkê dewleta Tirk a dagirker bi rêya vekirina derî li pêş çeteyên DAIŞ’ê û derbasbûna li herêmên me hewl dide şoreşa me têk bibe, lê bi bin ket. Ji ber ku şêniyên herêmê planên wan li Kobanê bi bin xistin û DAIŞ têk bir. Li pêş wê tu rê neman û planên xwe eşkere kirin, êrişî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kir."

Mehmûd wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker nekarî bi pêş bikeve, ji ber wê sînorên xwe li pêş ciwanan vekirin û koçberiya wan ji herêmê hêsan kir û propagandaya koçberiyê bi armanca valakirina herêmê kir, bi taybet jî ciwanan ji ber ku stûna civakê ne."

Mehmûd her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker niyeta xwe li hember herêmê ji roja destpêkê ve eşkere kir û wiha pê de çû: "Ji dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê di 2014’an de dewleta Tirk niyeta xwe eşkere kir. Ew jî dema ciwanên me hewl da derbasî Kobanê bibin û beşdarî berxwedanê bibin artêşa Tirk di navbera bajêr û şêniyên wê ku dixwestin bi hawara wê ve biçin, bû bend."

Têkildarî şerê taybet ê bi rêya propagandaya hişbirê di civakê de tê kirin Mehmûd ev tişt got: "Di dema dawî de dewleta Tirk a dagirker bi hişbirê li ser herêmên me dest pê kir. Dibe ku hin texmîn bikin ew yek bi armanca qezenckirin pere û xurtkirina aboriya xwe ye. Lê armanca wê pir xeternak e. Ew armanc dike li ser mejiyên ciwanan kontrol bike û wan wek ajan li herêmê bi kar bîne, da ku cihên leşkerî bizane û civakeke gendel û derexlaqî ava bike."

Mihemed Mehmûd wiha dawî li gotina xwe anî: "Qonaxa ciwantiyê qonaxeke hestiyar e. Em di qonaxên hestiyar re derbas dibin û ji hişyarî tê xwestin. Ji ber dijminê me her valahiyeke li herêmên me bi kar tîne."

‛ŞOREŞA BÊYÎ CIWANAN ŞOREŞEKE KÊM E’

Li aliyekî din jî endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê Dîcle Hesen wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku şoreşa me di lûtkeyê de ye. Ji lew re hewl dide bi rêya gendeliya exlaqê civakê me ya bi rêya ciwanan têk bibe. Rêya herî hêsan ji wê re ciwanan bi rêya hişbirê bi kar bîne. Bi wê re ciwan ji bilî rêya ajantiyê tu rêyê li pêş xwe nabînin."

Dîcle Hesen wiha domand: "Şoreşa bêyî ciwantî şoşreke kêm û bê hêz e. Ji lew re divê civakê hemû parastina ciwanan ji qirêjiya dewleta Tirk û windabûna rêya wan bike."

Dîcle Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker çi dike bila bike, ew nikare vîna me têk bibe û emê li ser axa xwe bimînin û parastina wê bikin. Hêzên me berisva planên wê dikin. Îroj j bi dehan ajan û kesên propagandaya hişbirê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker dikin tên girtin."

(fr)

ANHA