​​​​​​​Qutkirina ava Firatê pandemî û hişksalî li herêmê çêkir

Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker nêzî 2 sal in ava çemê Firatê girtiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xeteriya berbelavbûna nexweşî û bêewlehiya xwarinê rû bi rû maye. Dewleta dagirker vê yekê bi zanabûn li ser herêmê dike da ku birçîbûn û qirkirinê pêk bîne.  

​​​​​​​Qutkirina ava Firatê pandemî û hişksalî li herêmê çêkir
22 îlon, 2022   00:47
MINBIC

Zêdetirî 2 sal in dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê girtiye û di encama kêmbûna asta çem de, hemû beşên girêdayî avê yên weke qada çandiniyê û masîvaniyê xirab bûne. Ava binerdê kêm bû û ava sererdê jî qirêj bû û çem bû golên berbelavbûna pandemî û nexweşiyan.

‛PÊKANÎNA EWLEHIYA XWARINÊ BI AVÊ VE GIRÊDAYÎ YE’

Têkildarî mijarê ajansa ANHA’YÊ hevpeyvînek bi endamekê rêveber ê Bendava Rojava (Tişrîn), endezyar Hemod El Hemadîn re çêkir. El Hemadîn diyar kir ku herêmên ewleh yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bûne cihê gelek koçber pêdiviya xwe bi ava ya zêde heye.

El Hemadîn wiha got: "Bi qutkriina ava çemê Firatê re çem bû gol û depoya stratejî û golan kêm bû."

El Hemadîn wiha li axaftina xwe zêde kir: "Asta ava çem 5 metreyan daketiye. Gola Firatê ku 10 qatan ji gola Bendava Tişrînê zêdetir e, bi qasî 5 metreyan kêm bûye."

El Hemadîn ev tişt anî ziman: "Kêmbûna asta avê bandoreke mezin li ser hemû astan dike. Sûriye wek welatekî çandiniyê tê naskirin û aboriya wê ya yekem çandinî ye. Ger çandinî bi serket bi xwe re ewlehiya xwarinê jî pêk tîne. Pêkanîna ewlehiya xwarinê jî dabînkirina debar û biryarê ye."

El Hemadîn diyar kir ku ava ku ji aliyê Tirkiyê ve qutqutî û ne sabît e. Ev jî li pêş avakirina stasyon an jî projeyeke çandiniyê ya serkeftî dibe bend û wiha anî ziman: "Ji ber wê em li gorî dahatû û derfeteyên heyî dixebitin."

‛PAR KÊMBÛNA GOLAN BÛ SEDEMA BINKETINA ÇANDINIYÊ’

Hemod El Hemadîn destnîşan kir ku kêmbûna golan bi awayekî gelekî mezin bû sedema têkçûna projeyên çandiniyê yên sala borî, ji ber ku hewcedariya çandiniyê bi avê heye.

El Hemadîn wiha domand: "Rêvebiriya Giştî ya Bendavan bi awayên hewl dide bikaranîna avê bi awayekî guncaw be, da ku parastina asta avê bike û avê ji projeyên havînê re dabîn bike û ewlehiya xwarinê heta astekê pêk bîne."

‛KÊMBÛNA RÊJEYA AVÊ KARESATEKE RASTEÎN LI HERÊMÊ ÇÊKIR’

El Hemadîn wiha pê de çû: "Bendav ji ber kêmbûna asta avê, bi qasî 16 saetên bênavber ji kar disekine. Em rojane çavdêriya asta avê dikin. Tu zêdebûneke asta avê tune ye, bi taybet li gel hilmdana avê bi sedema germahiyê. Dahatûya avê tune ye, tevî ku tê zanîn jî pêdivî bi ava vexwarin û avdanê heye."

El Hemadîn wiha domand: "Di rewşên herî baş de, ava ku di sanîyekî de tê 250 metre kab e, lê pêdiviya ava vexwarinê tenê bi 250 metre kab heye, her wiha 75 metre kab jî dibe hilm û nêzî 160 metre kab jî ji bo av avdana çandiniyê ye. Lê ava ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê pêdiviya bingehîn tê xerckirin pêk nayne. Li vir jî em neçar in golan bi kar bînin da ku kehrebê bidin."

El Hemadîn diyar kir ku di salên borî de 6 tûbînan kehrebe 24 saetan dida herêmê. Lê îro tenê 2 tûrbîn dixebitin û 8 saetan kehrebê didin.

‛JI BER NEHERIKÎNA AVÊ PANDEMIYA KOLERA DERKET’

Têkildarî nexweşiya Kolerayê Hemod El Hemadîn ev tişt anîn ziman: "Di şert û mercên heyî de gelek nexweşî derketine, nemaze nexweşiya kolerayê ku yek ji nexweşiyên enfeksiyonê yên herî xeter e. Demek dirêj e ev nexweşiya ku gefan li gel dixwe, tune ye, lê ji ber herikîna kêm a ava çemê ji hêla dewleta Tirk ve û kêmbûna asta golan, dîsa ew pandemî derket."

El Hemadîn bi bîr xist ku ava rawestayî jîngeheke guncaw a zêdekirina bekterya, vîrus û berbelavbûna pandemiyan e û ev tişt got: "Her ku av kêm bibe qirêjî zêde dibin."

Endamê rêveber ê Bendava Rojava Hemod El Hemadîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku dengê xwe bigihînin civata navneteweyî û rêxistinên mirovî da ku zextê li dewleta Tirk bikin ku avê berde."

(hs)

ANHA