​​​​​​​‛Divê DMME zextê li dewleta Tirk bike ku qanûna mafê hêviyê pêk bîne’

Hiqûqnas Mehmûd Şakar da zanîn ku piştî salên dirêj di girtîgehê de mafê hemû girtiyan heye ku ‘mafê hêviyê’ pêk bîne û bang li DMME’yê kir ku zextê li dewleta Tirk bike ku pabendî qanûna mafê hêviyê be.

​​​​​​​‛Divê DMME zextê li dewleta Tirk bike ku qanûna mafê hêviyê pêk bîne’
21 îlon, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê di nava tecrîdeke giran û "cezayên dîsîplînê" de ye û hevdîtina malbat û parêzeran lê qedexe ye. Ev sûcên li dijî wî ji dema bi komployeke navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de li paytexta Kenyayê Naîrobiyê hate dîlgirtin, pêk tên.

Ceza û tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan, li dijî qanûnên navneteweyî ne, sazî û rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî vê yekê paşguh dikin.

Parêzerên rêber Ocalan bang kir ku piştî 23 salan ji dîlgirtina rêber Ocalan divê ji nû ve were darizandin û qanûna ‘mafê hêviyê’ pêk were. Parêzeran da zanîn ku cezayê muebbedê li ser muwekîlên wan tevî karên dijwar li dijî peymanên Ewropayê yên mafên mirovan e.

‛TECRÎD GIRAN DIBE Û ŞER JÎ PÊ RE GUR DIBE’

Hiqûqnas Mehmûd Şakar got sîstema tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji dema dîlgirtina rêber Ocalan de nehatiye guhartin. Di 18 mehên dawîn de tu agahî li ser rewşa rêber Ocalan piştî tecrîd hate girankirin, nehatine wergirtin.

Şakar wiha axivî: "Tecrîda girankirî li siyaseta dewleta Tirk a dawî û êrişên wê li dijî gelê Kurd li Bakur, Rojav û Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên qedexekirî vedigere. Ev hikumet li ser şer hate avakirin, ji lew re nahêle tu hevdîtin bi rêber Ocalan re pêk bên."

Şakar da zanîn ku şer û tecrîd bi hev ve girêdayî ne, dema tecrîda giran dibe şer jî pê re giran dibe.

‛TU QANÛN LI CÎHANÊ TUNE NE KU PEYWENDIYA GIRTIYAN BI DERVE RE QUT BIKIN’

Şakar eşkere kir ku tu qanûneke tecrîda girankirî, çi bi rêya qanûnên hundirîn ên dewleta Tirk dibe yan jî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî, tune ne. Tu qanûn tecrîdê ferz nakin. Divê parastina van mafan were kirin ku malbat û parêzer hevdîtinê bikin û peywendiyê pê re deynin.

Şakar got: "Ev hîm di qanûnên Ewropayê de jî hene ku divê parastina van mafan were kirin. Ji ber parastina mafan girîngiyek e. Ji lew re hevdîtinên bi girtiyan re neyên qedexekirin. Li kêleka wê jî tu qanûnek li cîhanê tune ye ku hevdîtin û peywediya girtî bi derve re qedexe bike."

Şakar pirsî ku gelo çima nahêlin rêber Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re pêk bîne. Parêzer diyar kir ku di nava 2005 û 2009’an de li ser rêber Ocalan cezayên dîsîplînê hatin ferzkirin û wiha got: "Di 2005’an de cezayê dîsîplînê li ser rêber Ocalan hate birîn û heta 20 rojan di hucreyî de ma. Dixwazin îro vê yekê dubare bikin. Ev ne tiştekî mentiqî ye, ev siyasetên çewsîneriyê ne û tu rewabûna wê tune ne. Nahêlin malbat jî rêber Ocalan bibîn û îdia dikin ku cezayên dîsîplînê li ser birîne û dibêjin çima li qada girtîgehê dimeşe û hevalên xwe re diaxive. Ev yek hincetên bêbingeh in."

Şakar destnîşan kir ku dema hevdîtina bi rêber Ocalan çêbûye rewşa wî ya tenduristî ne baş bû û ev tişt anî ziman: "Rêber Ocalan li gorî şertên sîstema tecrîdê ji salekê hatiye ragirtin. Ev tecrîd bandoreke mezin li ser tenduristiya mirovan dike. Lê ji ber temenê rêber Ocalan dê rewşa wî ya tenduristî xerabtir bibe."

‛EM BI FIKAR IN KU TENDURISTIYA RÊBER OCALAN XERABTIR BÛBE’

Şakar bal kişand ser ku wan tu agahî ji 18 mehan ve li ser rêber Ocalan wernegirtine û wiha pê de çû: "Em metirsîdar in ku rewşa wî bi rastî têk çûbe û gumanên me di vê yekê de hene."

Li ser qanûna mafê hêviyê ku divê ji nû ve lêvegera di doza girtina rêber Ocalan de çêbibe, Şakar ev tişt anî ziman: "Ji her girtîyekî/ê re mafê hêviyê heye, ger zêdetirî çend salan ragirtî ma. Divê hêvî û mafê azadiyê û mafê serbestberdana girtî hebe. Lê wan hemû rêyên qanûnî girtin."

‛DI QANÛNÊN DEWLETA TIRK DE TU HINCETÊN SÛCÊN LI SER RÊBER OCALAN TUNE NE’

Şakar da zanîn ku di destpêka darizandina rêber Ocalan de dewleta Tirk cezayê darvekirinê birî, lê piştre ew yek betal kir û cezayê muebbedê li ser birî. Di qanûnên dewleta Tirk de tu hincet ji van kiryar û sûcan re tune ne. Wan di 2002’yan de ji bo rêber Ocalan qanûn danîn û ava kir. Naveroka qanûnê wiha ye; heta ku ew bijî dê di girtîgehê de be û jiyana xwe di girtîgehê de derbas bike."

Şakar diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 2014’an got; tunebûna mafê hêviyê ya serbestberana girtiyan îşkence, kiryarên li dijî mafên mirovan e. Ji lew re divê guhartin di vê yekê de çêbin.

‛DEWLETA TIRK QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ YÊN PARASTINA MAFÊN MIROVAN TÊK BIRIN’

Şakar bal kişand ser binpêkirina qanûn û biryarên parastina mafên mirovan ji hêla dewleta Tirk ve û got: "Mafê hêviyê mafekî rewa ye. Komîteya wezaretê ya Ewropa heye dê vê mehê bicive. Vê komîteyê hin agahî ji dewleta Tirk re rêkirin ku bersiva wê bide û çawa ev doz were çareserkirin binase. Divê dewleta Tirk bersiv û fikrê ku li ser rêber Ocalan û hevrêyên wî yên girtî dike bide. Divê DMME zexteke zêde bike ku bandoreke siyasî ya mezin li ser dewleta Tirk çêke ku qanûna Mafê Hêviyê qebûl bike."

‛CPT Û DMME JÎ BEPIRS IN’

Şakar destnîşan kir ku CPT gelek caran çû Îmraliyê û raporên ku îşaretê bi tecrîdê dikin amade kirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Lê ji 18 mehan ve parêzer serdana CPT dike ku bersivê nadin xwestekên wan û bê deng in. Ji lew re CPT û DMME’yê jî berpirs in. Wan ji 18 mehan ve tu agahî li ser rewşa rêber Ocalan belav nekirin û bêdengiyeke mezin ji hêla wan ve heye. Divê di vê yekê de tiştekî bikin û tev bigerin."

Şakar got CPT û DMME di aliyên siyasî û aborî de bi dewleta Tirk re têkildar in, ji lew re bê deng in. Ew dizanin ku dewleta Tirk qanûnên mafên mirovan ên ewropî bin pê kirin, lê tev nagerin û zextekê li ser çênakin.

‛CPT KENGÎ BIXWAZE DIKARE SERDANA ÎMRALIYÊ BIKE’

Der barê serdana CPT ji Îmraliyê ku kengî bixwaze dikare pêk bîne û destûrê ji kesekî naxwaze Şakar ev tişt anî ziman: "Di dirêjahiya 18 mehan de gelek data û rapor ji CPT’ê re ji hêla gel, rêxistinên me yên siyasî û sivîl ve hatine şandin. Divê ev çalakiyên demokratîk werin xurtkirin ku zêdetir tev bigerin."

Li ser çalakiyên bênavber ên li Ewropayê û hundir ji bo garantiya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li dar dikevin, Şakar wiha got: "Di Hezîranê de 775 parêzeran daxwazname ji Buroya Serdozgeraiya Giştî ya Borsayê û Mudîriyeta Girtîgeha Îmraliyê re şand, tê de banga hevdîtina yekser a parêzeran bi muwekilên xwe re kir. He rwiha bandor û zexta çalakiya Melîk jî hebû. Lê hîna çalakî kêm in. Em rewşa rêber Ocalan û hevrêyên wan nizanin ku hene yan na. Li pêş vê bêdeniya bifikar divê têkoşîn bilindtir bibe."

‛TECRÎD DOZEKE HIQÛQÎ Û MIROVÎ YA NAVNETEWEYÎ YE’

Parêzer Mehmûd Şakar bal kişand ser kongreya çapemenî ku beriya çend rojan li dar ketiye ku 350 parêzerên ji 22 dewletên li cîhanê li ser lîsteya hevdîtina bi rêber Ocalan re îmze kirine û ji Wezareta Edlê ya Tirkiyê re şandin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev çalakî bi bandor bû û teqez dike ku tecrîd ne mijareke hundirîn ku tenê girêdayî kurdan e, lê dozeke qanûnî, hiqûqî û mirovan û xwedî kar û barên navneteweyî ye."

(fr)

ANHA