Meclisa Jinan a PYD`ê jinan bi rêxistin dike û ciwanan hişyar dike

Berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê Zehra Semo destnîşan kir ku meclis hewl dide hevbendiyeke jinan li ser esaseke xurt ava bike ku rolek di birêxistinkirina jinên ereb, suryan û kurd de bilîze, beşa ciwanan hişyar bike. Her wiha dauxyand ku meclis hewl dide şert û mercên guncew peyda bike da ku jin azadiya xwe vegerîne û wekheviyê di navbera her du zayendan de pêk were.

Meclisa Jinan a PYD`ê jinan bi rêxistin dike û ciwanan hişyar dike
22 îlon, 2022   04:30
QAMIŞLO-SLAVA EBDUREHMAN

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo salvegera damezirandina partiyê ya 19`an li hemû şehîdan, pîroz kir ku ji bo azadiyê tê koşiyan.

Zehra Semo got: “Em bi rêzdarî hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin ku ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk tê koşiyan bi taybet şehîd Şîlan û hevalên wê.”

Şîlan Kobanê yek ji damezrînerên PYD`ê ye û tevî 4 hevalên xwe li Musilê di encama komployeke hevbeş de bi destê ajanan di 29`ê Mijdara 2004`an de li ser sînorên Iraq û Sûriyê hatin şehîdxistin.

Zehra Semo behsa fişarên li ser PYD`ê ji aliyê hikumeta Baas ve hatin kirin, kir û got: “Ruxmî wê jî partî ava bû, li gorî rêgezên neteweya demokratîk hemû astengî derbas kirin, tê koşiya û gelê xwe parast. PYD`ê xwe li ser mîrasê şehîdan ava dike û bi rêxistin dike.”

Her wiha Zehra Semo got daxwazkirina mafên gelan ne hêsan e û wiha pê de çû: “Partî di dîroka xwe de bi gelek astengî û tengaviyan re rû bi rû maye. Nexasim li gel rejîma Baas. Tu kes nediwêrî bi zimanê kurdî biaxife yan jî daxwaza mafên xwe bike, mîna nasname yan jî nêrîna xwe rave bike. Endamên partiyê dihatin girtin û îşkence li wan dikirin. Hinek dihatin sirgunkirin. Heta niha çarenûsa gelek kesayetên siyasî ne diyar e. Ev rûyê rastîn ê dewletan e ku naxwazin kesek dewa mafên xwe bike û gel û civakê kontrol dikin.”

JI BO AVAKIRINA HEVBENDIYEKE XURT A JINAN

Zehra Semo diyar kir ku PYD`ê li ser bingeha girîngiya piştgiriya gel, hewl da rêgez û nêrînên partiyê yên siyasî, rêxistinî û îdeolojîk ragihîne gel û got: “Ji bo partî ji civakê qut nebe bi taybet ku bingeha karê me birêxistinkirina civakê li ser hemû astan e.”

Di sala 2018`an de, Meclisa Jinan (Nivîsgeha Jinan a Berê) kongreya xwe ya yekemîn li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo li dar xist da ku lêvegereke taybet a jinan di partiyê de ava bike. Her wiha xwe ji vê bêtir bi rêxstin bike û roleke çalaktir di avakirina civakeke azad û demokratîk de bilîze. Xwe bigihîne hemû jinan çi li derve yan jî hundirê Sûriyê, têkiliyên dîplomatîk pêş bixe û hevbendiyeke xurt a jinan ava bike.

Girêdayî mekanîzmeya karê meclisê, Zehra Semo destnîşan kir ku ew hewl didin zulm, urf û adetên berê ku jinan di çarçoveyên diyar de sînordar dihêlin, tune bikin, ji bo jin azadiya xwe bi  temamî vegerîne û wekheviyê di navbera zayendan de pêk bîne, hewl didin şert û mercên guncew peyda bikin.

Der barê rola jinan de di partiyê de Zehra Semo got: “Jinan roleke mezin û bi bandor ji bo birêxistinkirina jinên ereb, suryan, kurd lîst. Bi taybet piştî rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê. Meclisê xwe gihand hemû jinan û têgeha hêzên hegemonîk ên desthildatdar û bandora wan li ser jinan, şîrove kir.”

Girêdayî rewşa jinan li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Ezaz û Cerablusê Zehra Semo wiha axivî: “Jin li wan herêman li hember dagirkeriyê li ber xwe da. Ji ber wê dewleta Tirk bi rêya pêkanîna sûcan li dijî jinan, hewl da vîna wan bişikîne. Meclisê hewl da rastiya li herêmên dagirkirî eşkere bike. Rizgarkirina hemû jinên Sûriyê li derve û hundirê Sûriyê yek ji xebatên pêşîn ên têkoşîna me ye. Da ku dengê jinan bikin yek li hemû cîhanê.”

Der barê birêxistinkirina jinan de Zehra Semo got: “Ji bo birêxistinkirina jinan di civakê de, sepandina pergala hevserokatiyê gelek civîn, semîner û panel tên lidarxistin. Rêgezên siyasî, tên şîrovekirin. Çawa jin dikare rolek ne tenê di jiyana siyasî de lê belê di hemû aliyên jiyanê de bilîze, ji malbatê bigire heta bigihêje civak û kar. Li ser vê esasê bandor li jinan dibe û bi awayekî xurttir û çalaktir xwe bi rêxistin dike.”

Zehra Semo diyar kir ku tevlêbûna jinên Ereb di partiyê de balkêş bû û got: “Li gel hegemoya rejîmê, jinan tu rol li ser asta siyasî nelîst û li gorî tê xwestin rola xwe nelîst. Berovajî wê, azarên jinan zêdetir bûn piştî ku çeteyên DAIŞ`ê rûberên fireh li Sûriyê kontrol kirin. Jinên ereb dîtin ku Meclisa Jinan a partiyê, jinan komî ser hev kir, piştgiriya doza wê kir û ew birêxistin kir. Li ser vê bingehê jinên ereb tev li partiyê bûn û heta du jin wan şehîd bûn mîna Hind El Xidêr û Seda El Hirmas.”

PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN Û HIŞYARKIRINA CIWANAN

Zehra Semo îşaret bi erk û xebatên meclisê kir û got: “Birêxistinkirina ciwanan bi awayekî çalak yek ji xebatên me yên pêşîn in. Dewleta Tirk a dagirker beşa ciwanan dike hedef, çi bi rêya sîxurtiyê yan jî şerê taybet. Bi rêya ciwanan dixwaze civakê parçe bike. Ji ber wê divê em ciwanan bi rêxistin bikin û hişyar bikin.”

Di dawiyê de Zehra Semo got: “Em hewl didin ku rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe ku jin azad kir û ji bo doza wê tê koşiya, urf û adetên berê red kir ku zihniyeta baviksalarî di civakê de sepand. Her wiha derfeta da jinan ku di hemû aliyan de rolek bilîzin. Em hewl didin herêmên dagirkirî rizgar bikin bi taybet jinan ji tundiya li ser wê li wan herêman tê kirin xilas bikin.”

ANHA