Di operasyonên YAT`ê de serçeteyek û 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

QSD`ê ragihand ku Yekîneyên Antî-Terorê li navçeya El Keramê ya Reqayê 2 operasyon pêk anîne, di encamê de yek ji wan serçete, 6 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin û gelek çek, madeyên teqemeniyê û cîhazên pê re hatine desteserkirin.

Di operasyonên YAT`ê de serçeteyek û 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
21 îlon, 2022   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a têkildarî mijarê wiha ye:

“Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) bi 2 operasyonên cuda li navçeya Keramê ya rojhilatê bajarê Reqayê, di nav de serçeteyek, 6 çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Di operasyona yekemîn de, yekîneyan girt ser serçeteyekî DAIŞ`ê ku di amadekirina teqemeniyan û belavkirina wan li ser şaneyên terorîst ên li herêmê de kar dikir.

Piştî ku bang lê hat kirin ku xwe radest bike, wî terorîstî dest bi gulebarankirina hêzên me kir. Piştre hat dorpêçkirin û bêyî ku zirar bigihêje hêzên me, hat girtin.

Di operasyona duyemîn de, yekîneyan bi ser malekê de girt ku şaneyeke terorîst a ji 5 çeteyan pêk tê, ji bo amadekirina teqemeniyê bi kar dianî. Wê şaneyê di demên borî de saziyên rêveberiyê û ewlehiyê yên li herêmê dikirin hedef. Di operasyonê de her pênc çete hatin girtin û bo aliyên peywendîdar hatin veguhastin.

Di her du operasyonan de gelek çekên kalaşnîkov, debançe, mayîn û madeyên çêkirina teqemeniyan, her wiha cîhazên peywendiyan ên li gel çeteyan hatin desteserkirin.”

(cx)