Li Til Birakê şehîdên Îlon û Comtehê hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Til Birakê ya Qamişloyê îro 10 şehîdên di mehên Îlon û Cotmehê di sal û herêmên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li Til Birakê şehîdên Îlon û Comtehê hatin bibîranîn
21 îlon, 2022   12:32
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê 10 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê ku di sal û li deverên cuda şehîd bûne li navenda çandê ya li rojavayê navçeyê bi bîr anîn.

Di merasîmê de bi dehan şênî, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê amade bûn.

Navên şehîdan wiha ne; Fatima Seîd Xelef, Dîlan Fehed Mehmûd, Îbrahîm El Felûh, Silêman El Ehmed, Mehmûd Elî Mihemed, Mihemed Hesen El Bedir, Salih Ebid Uwêd, Salih Cilo Mizel, Mihemed Ehmed El Hesen û Riya Salih El Îsa.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, dûre malbatên şehîdan mûm li pêş wesîqe û wêneyên şehîdan pêxistin.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Ebdurezaq El Eqre wiha axivî: "Ey şehîd hûn di bîr, wîjdan û hestên me de ne. Em îro we li vir bi bîr tînin û hûn ê di rûpelên dîrok û welat de bêmirin bimînin."

Endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Til Birakê Hesen El Namis soza şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê da û wiha got: "Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Ew şehîd qedirbilind in ku serê wan digihîne esîmanan û rihê wan di kûrahiya erdê de ye."

El Namis bal kişand ser pêwîstiya yekitiyê da ku rê li pêş êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê bigirin û wiha domand: "Em bang li hemûyan dikin ku helwestên xwe li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bikin yek û ji şerê taybet ê di vê qonaxê de şiyar bin."

Yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Hecî Til Koçer jî pesna fedekarî û têkoşîna parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û wiha dewam kir: "Bi fedekariyên şehîdan welat tên avakirin û bi vê boneyê em şehîdên xwe yên şoreşa azadiyê bi bîr tînin."

Her wiha endama rêveber a Nivîsgeha Kongra Star Delal Hesûn behsa rol, fedekarî û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastina ewlehiya herêmê de û pêwîstiya têkoşîn û sekna li hember êrişên dewleta Tirk kir.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyan û rêwîtiya şehîdan hate pêşandan.

(fr)

ANHA