Desteya Tenduristiyê ji ber kêmbûna rêjeya avê li herêmê hişyariya karesatê da

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapameniyê li Qamişloyê, hişyarî da ku ji ber daketina rêjeya ava çemê Firatê û qutkirina avê ji ser Hesekê dibe ku karesatek rû bide. Desteyê, dweleta Tirk a dagirker berpirsa qutkirina avê ji ser herêmê nîşan da û bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku avê berde.

Desteya Tenduristiyê ji ber kêmbûna rêjeya avê li herêmê hişyariya karesatê da
21 îlon, 2022   13:39
QAMIŞLO

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî nexweşiya Kolerayê li herêmê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo, civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hevserokê desteyê Dr. Ciwan Mistefa axivî.

Ciwan Mistefa got: “Di encama aloziya li Sûriyê bi giştî û piştî 12 salan ji şerê li Sûriyê û dorpêça li ser herêmê, êdî li tevahî Sûriyê û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşiyên cuda derdikevin. Ev yek encama hilweşîna binesaziya gelek saziyan û di nav de warê tenduristî ku bandoreke yekser li tenduristiya welatiyan dike.”

Mistefa li ser rûdana karesatekê ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê hişyarî da û wiha pê de çû: “Ji beriya demekê de li hin herêman nexweşiya Laşmanya belav bû, ew yek ji ber kêmbûna rêjeya avê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû ku encama girtina ava çemê Firatê ye. Niha jî nexweşiya Kolerayê belav bûye.”

Têkildarî herêmên ku nexweşiya Kolera lê belav bûye, Ciwan Mistefa ev agahî dan: “Di 5-6`ê meha borî de yekemîn rewşa Kolerayê li gundewarê rojavayê Dêrazorê hat tespîtkirin. Piştre ev nexweşî li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, bi taybet li gundewarê rojavayê Dêrazorê û Reqayê. Niha jî li bajarên Tebqa, Hesekê belav dibe. Li gorî daneyên dawîn ên beriya çend kêliyan ji me re hatine, hin nexweşên Kolerayê li Hesekê hatine tespîtkirin.”

JI 5`Ê ÎLONÊ DE 2867 REWŞÊN BI GUMAN ÊN KOLERAYÊ HATIN DÎTIN

Têkildarî daneyên dawîn ên nexweşiya Kolerayê, Ciwan Mistefa ev agahî parve kirin: “Niha Kolera li 4 herêman belav bûye. Li gorî daneyên heta vê kêliyê hatine şopandin, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî li herêmên Hesekê, Tebqa, Reqa, Dêrazor rewşên bi guman ên nexweşiya Kolerayê hene û wekî ku rewşên Kolerayê ne li navendên me tên dermankirin. Ji ber ku hemû nîşane dişibin ên Kolerayê, lê belê nehatine tespîtkirin. Ji 5`ê Îlonê de û heta niha 2867 rewşên bi guman ên Kolerayê hatine dîtin.”

JI 5`Ê ÎLONÊ DE 16 KES BI KOLERAYÊ MIRINE

Ciwan Mistefa wiha pê de çû: “Rewşên Kolerayê yên hatine tespîtkirin li gundewarê rojavayê Dêrazorê 43, li Reqayê 16, li Tebqayê 4, li herêma Cizîrê jî 15 ne ku piraniya wan li Hesekê ye. Beriya çend kêliyan me hejmara mirinên ji ber Kolerayê bi dest xistin, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 5`ê Îlonê de û heta niha 16 kes bi Kolerayê jiiyana xwe ji dest daye. Li Dêrazorê 10, li Reqayê 2 kes, li herêma Şehbayê 2 û li herêma Cizîrê 2 kes bi Kolerayê mirine. Ev rewşên Kolerayê bi rêya testan hatine tespîtkirin.”

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa amaje bi xeteriya vê nexweşiyê kir û got: “Ji roja destpêkê de kadroyên me yên tenduristiyê destwerdan kirin da ku nexweşan derman bikin, ji ber ku ne nexweşiyek nû ye. Derfeta hemû kadroyên tenduristiyê heye ku destwerdanê bikin û vê nexweşiyê derman bikin. Lê belê tiştê xetere ew e ku nexweş di çend saetan dibe ku bimirin. Eger di nava 6 saetan dsetwerdan neyê kirin, nexweş hemû ava di laş de winda dike û dibe sedema mirinê.”

Mistefa destnîşan kir ku piraniya nexweşên serî li navendên wan ên tenduristiyê dane, ji ber destwedana bilez a kadroyên tenduristiyê hatine dermankirin û ji nexweşxaneyê derketine û got: “Lê belê piraniya nexweşên ku jiyana xwe ji dest dane, ji ber wê ye ku zû negihîştine navendên tibî û di dema pêwîst de nehatine dermankirin.”

Mistefa daxuyand ku li gorî hemû testên hatine çêkirin, nexweşî bi rêya ava Firatê belav dibe ji berk u av hatiye girtin û wiha pê de çû: “Di hemû testên li taqîgehên me û yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hatine çêkirin hate tespîtkirin ku sedema nexweşiya Kolerayê di ava çemê Firatê de ye, ji ber ku av hatiye girtin û rêjeya ava çemê Firatê bi radeyeke mezin li gelek herêman kêm bûye û veguheriya çiravan.”

Ciwan Mistefa diyar kir gelek sebzeyên li nêzî çemê Firatê tên çandin û bi ava çemê tên avdan, dibin sedema belavbûna nexweşiya Kolerayê û wiha domand: “Du faktorên sereke yên belavbûna Kolerayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, yek ava çemê Firatê, dudu sebzeyên li nêzî çemê Firatê hatine çandin û bi ava çemê tên avdan.”

Der barê girtina tedbîran ji bo pêşîgirtina li kolerayê jî Mistefa wiha got: "Ji bo pêşîlêgirtina li kolera du faktorên sereke hene, ew jî nevexwarina ava ku ji bo vexwarinê ne guncaw e, nevexwarina rasterast ji ava çemê Firatê ku bû sedema belavbûna nexweşiyê li herêmên me. Pejirandina rêbazên parastina; paqijiya kesane ye, bikaranîna klorê di hemû parzûnên avê de, dezenfektekirina sebzeyên ku li ber çemê Firatê têne çandin berî xwarina wê û çêkirina wê bi awayekî baş."

Mistefa ev li gotinên xwe zêde: "Piştî lêkolîna ku Desteya Tenduristiyê bi hevkariya hemû rêxistinên navneteweyî li ser hebûna nexweşiya kolerayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî, sedema sereke ya nexweşiyê eşkere bû ku kêmbûna asta çemê Firatê ye."

"DIVÊ ZEXT LI DEWLETA TIRK BÊ KIRIN DA KU AVA ÇEMÊ FIRATÊ BERDE"

Di civîna çapemeniyê de Ciwan Mistefa bang li civata navneteweyî kir ku zextê lir dewleta Tirk bike da ku ava çemê Firatê berde û wiha got: "Li Hesekê ji ber kêmbûna ava vexwarinê krîzeke mezin heye. Piraniya ava ku digihêje bajêr ji deverên nêzîkî çemê Firatê û bi sahrîcan ku bi klorê ne dezenfektekirî ne, tê. Ev jî dibe sedem ku nexweşiya kolera bi awayekî zêde li bajêr belav bibe. Ev jî metirsiyeke cidî ye."

Mistefa wiha pê de çû: "Me bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, civata navneteweyî û hemû rêxistinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, kir ku piştgiriyê bidin Desteya Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû saziyên ku rola wan di dezenfektekirina avê de heye û alîkariya pêwîst ji wan re pêşkêş bikin. Bi rêya vê civînê me bang li civata navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku bihêle bi rêya jêderên avê yên heyî li herêmê mîna Elok, ava vexwarinê ya dezenfektekirî û paqij bighêje Hesekê." 

Mistefa da zanîn ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê karî gelek nexweşiyên metirsîdar ên berê kontrol bike û wiha domand: "Em di Desteya Tenduristiyê de, bi hevkariya hemû rêxistinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û hemû pêkhateyên ku li dora rêveberiya xwe kom bûne, karî nexweşiyên berê yên giran ên wekî nexweşiya Korona kontrol bikin. Me nehişt ku nexweşî zêde belav bibe û ji bin kontrolê derkeve."

Di dawiya kongreyê de Ciwan Mistefa bang li hemû welatiyan kir ku li kêleka Desteya Tenduristiyê bin û perspektîfên ku hatine derxistin bi cih bînin û dê li ser rêyên pêşîgirtina li nexweşiya kolerayê û pêşîgirtina li belavbûna wê tedbîran derxe û got:  : "Ew nexweşiyeke metirsîdar e ku dikare di nava saetan de li hemû herêman belav bibe û bibe sedema nexweşiya gelek kesan, ji ber ku leza belavbûna wê pir e û nexweş di çend saetan de ne di çend rojan de digihîje mirinê."

(cx-hs)

ANHA