​​​​​​​'Bêdengiya navneteweyî Tirkiye teşwîq dike ku binpêkirinên li dijî rêber Ocalan bidomîne'

Endamê Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Bedran Hemo bêdengiya navneteweyî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî rêber Abdullah Ocalan rexne kir, ku herî dawî ew ji "Mafê Hêviyê" bêpar hiştibû. Hemo bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dakevin qadan.

​​​​​​​'Bêdengiya navneteweyî Tirkiye teşwîq dike ku binpêkirinên li dijî rêber Ocalan bidomîne'
20 îlon, 2022   23:37
HELEB – ARIF SILÊMAN

Rêber Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an de û heta niha li girtîgeha Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve rastî zextên psîkolojîk tê. Dewleta Tirk tecrîdeke şidandî li ser rêber Ocalan ferz dike û nahêle malbat û parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin.

Endamê Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ya  taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Bedran Hemo destnîşan kir ku di dîrokê de kesayetên ku gelan ber bi rizgariya ji koletî û neheqiyê ve bi rê ve dibin, di nava civakan de derketine û wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ew kes e ku bi fikr û felsefeya xwe pêşengiya civakên Rojhilata Navîn kiriye û karîbûye gelan ji qirkirin, înkarkarkirin û zilmê rizgar bike."

Hemo bi bîr xist ku di ser girtina rêber Abdullah Ocalan de ji aliyê dewletên kapîtalîst û di serî de dewleta Tirk ve nêzî 24 sal derbas bûne û ev tişt anîn ziman: “Armanca girtina wî qutkirina peywendiya wî û gel bû. Ew di girtîgeha Îmraliyê de tenê wek laş heye, ji ber ku gelên herêmê û bi taybetî gelê Kurd îro bi saya fikr û felsefeya wî dijîn û li ber xwe didin."

Hemo axaftina xwe wiha domand: "Rêber Ocalan karîbû ji bo hemû gelên herêmê serkeftinê pêk bîne û projeya neteweya demokratîk ji bo çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn ava bike. Bi milyonan ji bo vê projeyê tê dikoşin. Rêbertî ji bo qeyranên li herêmê çareserî ye."

TECRÎD ŞERÊ PSÎKOLOJÎK Ê LI DIJÎ GEL E

Têkildarî şidandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê, Bedran Hemo wiha got: "Hemû welatên cîhanê ji bo ku tecrîda li ser rêber Apo ya li girtîgehê girantir bike, bi dewleta Tirk re hevkarî kir. Ji ber ku armanca wê ji vê tecrîdê ew e ku wî ji hevrê, tevger û gel dûr bixe û ji aliyê fikrî, derûnî û exlaqî ve zextê li wî bike, lê berxwedana wî ya li Îmraliyê ev tecrîd vala derxist."

Badran wiha pê de çû: "Di destpêka sala 2011'an de dewleta Tirk tecrîd li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kir. Ev tecrîd şerekî psîkolojîk e ku li dijî gelên herêmê û gelê Kurd e da ku berxwedan û vîna wan bişkîne."

'JI ME RE NE HÎTLEREKÎ TIRK, LÊ DE KLERKEKÎ TIRK PÊWÎST E'

Dema ku Frederic de Klerk li Afrîkaya Başûr desthilatdariyê digire, rêber Nelson Mandela di sala 1990'î de serbest berda û qedexeya li ser Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê rakir. Bi hev re muzakere kirin û hemû pirsgirêkên siyaseta cudakariya nijadî û lihevkirina di navbera reş û spîyan li wir hatin çareserkirin.

Bedran Hemo dibêje: "Hewcedariya me ne bi Hîtlerekî Tirk, bi De Klerkekî Tirk heye, anku nêzîkbûna dewleta Tirk a bi rêber Abdullah Ocalan re û ji bo azadkirina rêbertî biçe Îmraliyê. Ji ber ku Îmralî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çareserî ye."

BÊDENGÎ HÊZÊ DIDE DEWLETA TIRK

Der barê bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî, Bedran Hemo wiha got: "Bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), hêzê dide dewleta Tirk ku li Îmraliyê binpêkirinan li dijî rêber Ocalan pêk bîne û hemû qanûnên mafên mirovan bê hesab binpê bike."

Bedran Hamo destnîşan kir ku rayedarên Tirk ji bo pêşî li pêkanîna biryara "Mafê Hêviyê" bigirin, cezayên dîsîplînê yên li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dikin wek hincet bi kar tînin. Bedran got: "Mafê me ye ku em rewşa tenduristiya rêberê xwe bizanibin û mafê wî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne."

Bedran  Hemo bang li gel, welatparêzên bi rûmet û gelên herêmê kir ku dakevin qadan, çalakiyan pêk bînin û zextê li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî bikin da ku erka xwe bînin cih.

(hs)

ANHA