Di bombebarana gundê Siwêdiyê de 2 welatî şehîd bûn

Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirkker gundê Siwêdiyê yê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir, di encamê de 2 welatî şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.

Di bombebarana gundê Siwêdiyê de 2 welatî şehîd bûn
21 îlon, 2022   05:24
EYN ÎSA

Di derengiya şeva din de balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk xaniyên welatiyên gundê Siwêdiyê yê Eyn Îsayê bombebaran kirin, di encamê de welatiyê bi nave Xalid Henîfe û Beşar Berekat şehîd bûn, her wiha Sebrî Seydo (20), Ezîz Zêdan (32) û Reşîd Zêdan (42) birîndar bûn.

Li kêlek wê jî zirarên madî bi mal û milkên welatiyan bûn.

Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, di çend rojên borî de taxên rojhilat ên Kobanê bombebaran kirin, her wiha Eyn Îsa, Şehba û gundewarên başûrê Efrînê jî topbaran kirin.

(fr)

ANHA