​​​​​​​Pisporên Ereb li ser Osmaniya nû hişyarî da: Çareserî yekitiya Ereb û Kurdan e

Pispor û akademîsyenên Ereb destnîşan kirin ku li hember planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, avakirina hevbendiya erebî-kurdî pêwîstiyeke lezgîn e. Her wiha hişyarî dan ku êrişeke dewleta Tirk a li dijî Kurdan, dê bibe destpêka ketina welatên Ereban.

​​​​​​​Pisporên Ereb li ser Osmaniya nû hişyarî da: Çareserî yekitiya Ereb û Kurdan e
21 îlon, 2022   03:30
QAHÎRE – MUHSIN EL MISIRÎ

Li gorî pisporan, ji bo bersivdayîna siyaseta dewleta Tirk a ku dixwaze li welatên herêmê serwer be, divê welatên Ereban û hêzên kurdî nêzî hev bibin û bi hev re bibin yek,

Pisporan bang li Ereb û Kurdan kir ku nakokiyên ji aliyê rejîmên serdest ve hatine derxistin bidin aliyekî û ji bo bersivdayîna siyasetên dewleta Tirk ku man û hebûna wan dixe metirsiyê, nêzîkî hev bibin.

OSMANIYA NÛ

Nivîskar û rojnamevanê ji Misirê Îbrahîm Şaban wiha got: "Hevbendiya erebî-kurdî di vê demê de bûye pêdiviyeke bilez ji bo sekinandina li hember planên dagirkerî û mêtîngeriyê yên dewleta  Tirk li welatên Ereban."

Şaban ji ajansa me re daxuyand ku li cem 'Tirkiyeya Erdogan' meyla mêtîngeriyê li welatên Ereban heye û di bin şîara "Osmaniya nû" de venaşêre û got: “Ev meyla wî jî, serdestiya welatên Ereban, serxwebûna wan an sînorên wan ên siyasî nas nake."

Şaban wiha dirêjî da axaftina xwe: "Aktîvkirina hevbendiyek rasteqîne ya erebî-kurdî û di vê çarçoveyê de bi rêya lihevkirinên siyasî ligel welatên Ereban tevgerkirin, bi taybetî yên ku sînorên wan bi Tirkiyê re hene, wek Iraq û Sûriyê, ku hejmareke mezin a pêkhateya Kurd lê heye, di vê demê de hevbendiyeke gelekî girîng e û planên dewleta Tirk pûç dike."

Nivîskarê misirî Îbrahîm Şaban hişyarî da û got: "Tevgera Erdogan di dema pêş de, piştî çend salan ji binpêkirina xaka Sûriyê û destdirêjiyên domdar ên li ser gelê Kurd ji bo dan û standina bi serokê Sûriyê Beşar Esed re û başkirian peywendiyên pê re li ser hesabê Kurdên li bakurê Sûriyê, her wiha destdirêjiyên berdewam ên ku dewleta Tirk li dijî Iraqê dike û binpêkirina serdestiya Iraqê ku ji şert û mercên siyasî yên dijwar ku Iraq tê re derbas dibe, sûdê werdigire, cihê fikaran e. Metirsiyeke eşkere ya projeya dewleta Tirk a li ser hesabê xaka Ereb û Kurdan heye."

Şaban wiha pê de çû: "Niha, hevbendiya erebî-kurdî karta herî serkeftî ye ji bo ku Tirkiyeya Erdogan li derveyî sînorên xwe bihêle û projeya wê ya mêtîngeriyê têk bike. Divê aliyê Kurdî di asta herî bilind a siyasî de, vê mijarê bi rayedarên Iraq û Sûriyê re nîqaş bike û li ser redkirina destwerdan û destdirêjiya dewleta Tirk ya hovane ya li ser gelê Kurd ê li Sûriyê û Iraqê, daxuyaniyan bide."

Şaban ev bang kir: "Divê balê bikişînin ser êrişên dewleta Tirk, çi yên li dijî Kurdên li hundirê Tirkiyê û siyaseta nijadperestî ya li hember wan û serokên wan, çi jî yên li başûrê Tirkiyê, da ku pîvan û encamên siyaseta Tirkiyê teşhîr bikin. Gelê Kurd miletekî resen û kevnare ye û hejmara Kurdan zêdetirî 45 milyon e, dem hatiye ku di têkiliyên Ereb û Kurdan de rûpeleke nû vebe, tiştên berê derbas bikin û mafên Kurdan ên rêveberiyeke xweser nas bikin, çi li bakurê Sûriyê çi jî li hundirê Tirkiyê, her wiha çewsandin, nijadperestî û êrişên li ser wan rawestînin."

Şaban wiha dawî li axaftina xwe anî: "Projeya dewleta Tirk li Welatê Ereban projeyeke qirêjjî ye ku bi gelek komên cîhadîst yên tundrew re li hev dike û dihêle ku ew derbasî sînorên Kurdan li Tirkiyê, Sûriye û Iraqê bibin, ku bi wê yekê dibe ku sînorên hemû welatên Ereban jî derbas bike."

YEKITÎ

Ji aliyê xwe ve, pisporê peywendiyên navneteweyî yê ji Misirê Dr.Mihemed El Yemenî di hevpeyvîneke ligel ajansa me de, wiha axivî: "Di vê demê de, ji ber destwerdana dewleta Tirk li herêma Ereban, hevbendiya erebî-kurdî gelekî girîng e."

Li gorî El Yemenî, tişta ku dewleta Tirk li Sûriyê li dijî Kurdan di warê sûc, kuştin û koçberkirinê de dike, her wiha binpêkirinên ku li Iraqê dike, nêzîkbûna Ereb-Kurdan ferz dike da ku li hemberî van kirinên rejîma Erdogan ku li gorî Mîsaqî Millî û Osmaniya nû ku piraniya welatên Ereban weke mîrateyeke Tirkiyê dibîne û divê were vegerandin, rawestin."

El Yemenî destnîşan kir ku yekkirina rêzên Kurdan di vê demê de pêwîstî ye, ji bo bi hêz li dijî dewkta Tirk bisekinin û got: “Eger rejima Tirkiyê ferq kir ku hêzeke kurdî ya qewîn ya xwedî alav û hêza leşkerî û gefê li planên wê dixwe, dê hinekî bi paş ve vegere."

El Yemenî bal kişand ser vî tiştî ku rejîma Tirk rê nade nêzîbûneke erebî-kurdî, ji ber ku têdigihêje ku mîna van hevbendî yan nêzîkbûnan dê bi rêjeyeke mezin planên wê têk bibe.

El Yemenî daxuyand ku ji bo nêzîkbûna erebî-kurdî , divê destpêkê nêrînênkirin:"Ji bo nêzîkbûnek yan jî hevbendiyek Erebî-Kurdî pêk were, pêwîst e di destpêkê de nêrînên her du aliyan nêzîkî hev bibin, nakokiyên derketine çareser bikin û piştre ji bo avakirina vê hevbendiyê kar bikin."

El Yemenî wiha domand: "Divê her du alî zanibin ku mayîna wan girêdayî nêzîkbûna wan a li hember siyaseta Tirkiyê ye, ku niha ji bo çareserkirina nakokiyên xwe bi welatên herêmê re, tevî nakokiyên mezin ku berê di navbera wan de rû dabûn jî dixebite."

El Yemenî wiha nirxandina xe bi dawî kir: "Divê em bi hemû hêza xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk rawestin, eger Tirkiye niha di gelek dosyayan de hêzeke mezin tê dîtin, metirsiya wê ji sûda wê zêdetir e li ser welatên me yên Ereb û bi taybetî li ser Kurdan."

(hs)

ANHA