Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parlamentereke Almanyayê re hevdîtin pêk anî

Şandeyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parlamentera Almanyayê Catherine Hanenberger re hevdîtin pêk anî. Di serî de êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin. Catherine Hanenberger diyar kir ku divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îstiqrar pêk were.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parlamentereke Almanyayê re hevdîtin pêk anî
20 îlon, 2022   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê li avahiya parlamentoya Almayayê ya li Berlîn hevdîtin bi parlamentera Almanyayê Catherine Hanenberger re pêk anî. Şande ji seroka Desteya Rêveber a MSDʹê Îlham Ehmed, nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Almanyayê Xalid Derwîş pêk dihat.

Têkildarî hevdîtinê, Ebdulkerîm Omer ji ANHAʹyê re axivî.

Omer diyar kir ku her du aliyan di gelek mijarên xwedî elaqeyên hevbeş de nêrîn parve kirin û da zanîn ku geşedanên dawî yên aloziya Sûriyê, nêrîna MSD û Rêveberiya Xweser a têkildarî aloziya Sûriyê û hevdîtinên ku di navbera hêzên demokratîk ên Sûriyê de tên lidarxistin, ji Catherine Hanenberger re hatin parvekirin.

Her wiha destnîşan kir ku rewşa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, astengiyên di aliyê aborî, mirovî û ewlehî de yên li pêşberî rêveberiyê, her wiha xeteriya DAIŞ û gefaên Tirkiyê yên ku ewlehiya herêmê xirab dikin û dikevin xizmeta DAIŞʹê hatin nîqakirin.

Ebdulkerîm Omer anî ziman ku di hevditînê de şandeya Bakur û Rojhlatê Sûriyê bal kişand ser berpirsyariyên civata navneteweyî û Almanyayê di destekdayîna çareseriyên siyasî û qadên perwerde û fêrkirin, tenduristî, şaredarî û çandinî de ji bo başkirina rewşa debarê ya welatiyan û pêkanîna îstiqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ebdulkerîm Omer li ser helwesta Catherine Hanenberger got: " Catherine Hanenberger teqez kir ku divê îstiqrar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were. Her wiha diyar kir ku ew ê bi aliyên têkildarî têkiliyan re pêk bîne da ku berpirsyariyên xwe li hemberî astengiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bîne."

ANHA