​​​​​​​`Kuştina Jîna Emînî sûcekî dermirovî ye`

Ji ber qetilkirina keça Kurd a ciwan Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaq” ên Îranê ve, desthilatiya Îranê bi tundî hat şermezarkirin. Rêxistinên jinan bi daxuyaniyên cuda bang li jinan kir ku li dijî mêtingerên Kurdistanê serî hildin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

​​​​​​​`Kuştina Jîna Emînî sûcekî dermirovî ye`
20 îlon, 2022   13:42
QAMIŞLO

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê, hemû komkujiyên ku li dijî gelê Kurd bi giştî û jinan bi taybet, tên pêkanîn, nexasim qetilkirina keça ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê rêjîma Îranê ve, şermezar kirin.

Der barê vê yekê de, koordînasyonê daxuyaniyek da ku li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, ji aliyê cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê, Ahîn Siwêd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de kiryarên rêjîma Îranê ya ku bênavber pêkanîna komkujiyan li dijî gelê Kurd didomîne û li vê dawiyê keça ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî qetil kir, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev kiryar heta roja îro didomin ku hemwextî wê jî bi sedan jin di girtîgehên dagirkeriya Tirk de ne û ji bo azadî, rûmet û mafên xwe li hember hemû cûreyên îşkencekirinê li ber xwe didin.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de bang li seranserî cîhanê û hemû rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan kir ku ji bo rawestandina van kiryaran nexasim ên rêjîma Îranê yên li dijî jinan, helwesteke cidî bigirin.

Têkildarî mijarê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan li navçeya Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Emînî bi tundî şermezar kir û banga cezakirin sûcdaran kir.

Daxuyanî ji aliyê berdevka rêxistina Sara ya navçeya Eyn Îsayê, Hedle Hec Muslim ve hat xwendin ku tê de qetilkirina keça ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê rêjîma Îranê ve hat şermezarkirin.

Rêxistinê di daxuyaniyê de da xuyakirin ku ev sûc dikeve nav sûcên tundiya li ser jinan û wek sûcekî li dijî mirovahiyê tê hesibandin, her wiha bang li aliyên berpirs kir ku yekser dest bi lêkolînê bikin û sûcdaran ceza bikin da ku ev sûc werin rawestandin.

(mh)

ANHA