​​​​​​​Neteweyên Yekbûyî xwest qetilkirina Jîna Emînî bê lêkolînkirin

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî xwest, qetilkirina Jîna Emînî bi lez bê lêkolînkirin û nerazîbûn nîşanî tundiya dewletê ya li dijî xwepêşandêran da.

​​​​​​​Neteweyên Yekbûyî xwest qetilkirina Jîna Emînî bê lêkolînkirin
20 îlon, 2022   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî roj bi roj zêde dibin. Wekîla Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Nada Al-Nashîf têkildarî qetilkirina Jîna Emînî ya ku ji aliyê ‘Polîsên Exlaqê’ yê Îranê ve hate kuştin û çalakiyên şermezarkirinê daxuyanî weşand.

El Nashîf “fikarên” xwe anî ziman û got; “Mirina trajîk a Mahsa Emînî, îdiayên li ser êşkence û kiryarên xerab, bi taybetî eşkerekirina rastiyê divê tavilê bê lêkolîn û lêpirsîn.” Berdevka Komîseriya Bilind Ravîna Shamdasanî jî diyar kir ku li gorî hin agahiyan di dema çalakiyan de 2 yan jî 5 kes hatine kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandibû ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 5 kes hatine qetilkirin.

Shamdasanî diyar kir ku polîsan “fîşekê rastî” û gazên çavan dişewitîne bi kar anîne.