​​​​​​​Dagirkeriya Tirk li ser kavilên malên koçberan baregeheke leşkerî ava dike

Ajansa me wêneyên taybet ên baregeheke artêşa Tirk a dagirker bi dest xistin. Baregeh li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ye û li ser kavilên malên koçberan hatiye avakirin. Dagirker ji wê baregehê rojane welatiyan dikin hedef.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk li ser kavilên malên koçberan baregeheke leşkerî ava dike
​​​​​​​Dagirkeriya Tirk li ser kavilên malên koçberan baregeheke leşkerî ava dike
​​​​​​​Dagirkeriya Tirk li ser kavilên malên koçberan baregeheke leşkerî ava dike
​​​​​​​Dagirkeriya Tirk li ser kavilên malên koçberan baregeheke leşkerî ava dike
​​​​​​​Dagirkeriya Tirk li ser kavilên malên koçberan baregeheke leşkerî ava dike
20 îlon, 2022   08:54
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 4 sal û nîv e ku gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî, dagir kiriye. Di vê demê de, zêdetirî nîvê malên niştecihên resen ên ku dan koçberkirin, wêran kirin.

Gundê Cilbirê 9 km dikeve rojhilatê bajarê Efrînê û 35 km dikeve rojavayê bajarê Helebê. Artêşa Tirk baregeheke xwe ya leşkerî li gund, li ser kavilê malên welatiyan ava kiriye.

Ev baregeh baregeheke herî mezin e ku dagirkeriya Tirk li bakurê Sûriyê çêkiriye.

Di baregehê de gelek obusan hene ku bi rêya wan rojane gundên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa bombebaran dikin.

Her wiha di wêneyan de avakirina dîwarekî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li gundê Cilbirê xuya dike ku bi sedan metreyan dirêj e û kantona Efrînê ya dagirkirî ji herêmên derdora wê vediqetîne.

Di sala 2019’an de artêşa Tirk a dagirker ji 45 malên gundê Cilbirê, zêdetirî 30 xanî bi buldozeran rûxandibûn. Beriya dagirkirinê zêdetirî 300 kes li wir dijîn, lê bi darê zorê ji wir hatin koçberkirin.

 (hs)

ANHA