​​​​​​​Meclisa Olî ya Jinan qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir

Meclisa Olî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û got "Êrişên li ser jinan li dijî şerîeta îslamê ne."

​​​​​​​Meclisa Olî ya Jinan qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir
20 îlon, 2022   08:54
QAMIŞLO

Bi amadebûna endamên jin ên saziyên civakî û Kongra Star û bi dehan endamên meclisê, Meclisa Olî ya Jinan bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve, şermezar kir.

Daxuyanî li ber avahiya Akademiya Civaka Îslama Demokatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişloyê hate dayîn.

Endama meclisê Jiyan Ebas bi zimanê kurdî û endama meclisê Mizgîn Mihemed bi erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Pergalên navendî yên serdest ku li ser fikrê baviksalar, ol û netewperestî ava bûne, mirovahî ber bi tehlukeyê ve birin. Aloziyên cidî di hemû aliyên jiyanê de afirandin. Ji ber ku xwe dispêrin înkarkirin, dûrxistina aliyên din û qirkirina nasnameyan.”

Di berdewamê de hate gotin: “Gotinên şermezarkirinê têrê nakin, dema ku em di serdema berî îslamê de, bi belavbûna diyardeya kuştina jinan re, ku wijdanê mirovahiyê dihejîne, bi pirsgirêk û dubendiya mayîndekirina zîhniyetê re rû bi rû ne. Tişta ku di civaka me de diqewime ne qeza ye belkî tawanek patolojik e û şikestineke civakî ye. Bi çi mafî keça kurd ya li Îranê Jîna Emînî bi hinceta ku bi awayekî rast hicab li xwe nekiriye rastî îşkenceyê tê û di temenê xwe yê biçûk wekî gulekê jiyana xwe ji dest dide. Gelo ev ramana îslamî ya rast e? Ma ew nafikirin, wekî ku xwedê di pirtûka xwe ya pîroz de ferq nexistiye navbera Ereb û Eceman ji bilî bi karên qenc? Gelo ew li pirtûka Xwedê û gotina wî ya mezin nanêrin.

Gelo raya cîhanî ya îslamî û hemû saziyên mirovî li hember girtin, îşkence û kuştina jinan ya di bin navên şeref, urf û adetan de li ku ye?”

Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha ahte gotin: “Em wek Meclisa Olî ya Jinan a Kongraya Îslama Demokratîk van êrişan şermezar dikin, ji ber ku ew li dijî şerîeta îslamî ya rast in.

Xweda dibêje ola îslamê hemû reftarên hovane û ramanên kor ên der barê jinan û rûmeta wê ya mirovî de red dike, bi kuştina kesekî din, her wiha xebata ji bo hişyarkirina civakê, ev tawan û bandora wan li ser civakê ye.”

ANHA