​​​​​​​TAJÊ: Qetilkirina Jîna Emînî encama polîtîkaya dijminatiya li jinê ye

TAJÊ qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û diyar kir ku dem hatiye rejîma Îranê xwe biguherîne, naxwe wê weke hemû rejîmên dîktator û desthilatdar hilweşe.

​​​​​​​TAJÊ: Qetilkirina Jîna Emînî encama polîtîkaya dijminatiya li jinê ye
20 îlon, 2022   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya li Tehranê daxuyaniyek da. Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

"Li seranserê cîhanê têkoşîna azadiya jinan destketiyên girîng bi dest xistiye. Jinên cîhanê di her astê de weke Konferansa li Tûnûsê, dikarin kombûnan li dar bixin. Der barê hemû mijarên ku jiyan û jinan eleqeder dikin nîqaşan bikin, nêrîn bidin û helwest bigirin. Her wiha diyar e ku wê ev serdem, bi taybetî di pêşengtiya jinên Êzidî, Kurd, Fars, Ereb û hwd. de wê bibe serdema azadiya jinan.

Li beramber pêla azadiya jinê û gelan, hin rejîmên faşîst û antîdemokratîk bi israr dijminahiya jinan dikin. Yek ji van welatan rejîma sêdareyî Îran jî bi taybetî van demên dawiyê şîdeta li ser jinan ji her carê zêdetir derxistiye asteke jor ku êdî wijdanê mirov ranake. Li Îranê dijminahiya jinan bi qanûnên olî tê misogerkirin. Her kêliyên jiyana jinan ji aliyê aqlê mêr ê deshilatdar, ango dewletê ve tê diyarkirin. Her wiha tê xwestin jin bêîrade bê hiştin. Qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî jî encama vê polîtîkaya dijminane ye. Ji ber ku her cure şîdeta li ser jinê rewa tê dîtin. Eger tu jin be û bixwaze bi îradeya xwe bijî tu dibe hedefa êrişên hovane. Mafê te yê jiyanê nayê naskirin. Ev jî rê li ber vedike ku jin li her qada jiyanê bi xeteriya êriş û qetilkirinan re rû bi rû bimîne. Bi qetilkirina Jîna Emînî careke din derket holê ku li Îranê rewş ji bo jinan gihîştiye asteke gelekî metirsîdar. Ji ber ku ya qetil dike dewlet bi xwe ye.

Li hember van êrişan bi dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî!' xwedîderketina gel bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê em watedar dibînin, silav dikin û destekê didin. Tevî ku rejîma Îranê êrişî xwepêşanderên protestokirina qetilkirina Jîna Emînî dike jî nikare pêşî li çalakiyan bigire. Heta niha gelek şehîd di van xwepêşandanan de hatine dayîn. Em ji malbatê şehîdan re sersaxiyê dixwazin.

Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî êşa jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê parve dikin. Qetilkirina Jîna Emînî û ev polîtîkayên qirêj ên rejîma Îranê şermezar dikin. Êdî dem hatiye ku rejîma Îranê xwe biguherîne, mafê hemû gel û jinan nas bike. Yan na wê weke hemû rejîmên dîktator û desthilatdar ji hilweşandineke xirab xwe xelas neke.

Em bang li hemû jin û gelên Îranê dikin ku heta ku bigihîjin mafê xwe yên mirovî dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Ji ber ku gotina dawî her tim ya berxwedêran bûye. Evqas berdêlên hatine dayîn wê azadiya jinê jî bi xwe re bîne.