Ajansa me navên birîndarên hêzên hikumeta Şamê bi dest xistin

Ajansa me navên birîndarên hêzên hikumeta Şamê bi dest xistin ku di encama topbarana dagirkeriya Tirk li dijî gundê Qeremox de birîndar bûn û li nexweşxaneya Kobanê tên dermankirin.

Ajansa me navên birîndarên hêzên hikumeta Şamê bi dest xistin
18 îlon, 2022   15:53
KOBANÊ

Meclisa Leşkerî ya Kobanê vê sibê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Qeremox ê Kobanê bombebaran kir û di encamê de 2 leşkerên hêzên hikumetê birîndar bûn.

Li gorî meclisê, balafirên şer ên dewleta Tirk gelek êriş li dijî gundê Qeremox pêk anî. Her wiha dagirkeriya Tirk gundên Til Şeîr, Cîsan û Zor Mexar ên kantona Kobanê û têketina bajêr li aliyê rojava hedef girt.

Nûçegihanên me li Kobanê navên birîndarên hêzên hikumeta Şamê yên ku li Qeremox birîndar bûn bi dest xist.

Li gorî nûçegihanên me navên wan wiha ne; Mihemed Ebdul El-Mutî Rustem (33) û Basil Şêx (35).

(dm)

ANHA