Peyamnêrên Roj News û Chetr’ê hatin berdan

Duh peyamnêrên Roj News`ê Botan Germiyanî û Birwa Esed, li gel kamerevanê kompanyaya Chetr’ê Mihemed Ezîz ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê hatibûn destgîrkirin, hatin berdan.

Peyamnêrên Roj News û Chetr’ê hatin berdan
18 îlon, 2022   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di saetên êvarî de ango saet di 17:00’an de peyamnêrên ajansa Roj News Botan Germiyanî û Birwa Esed li gel kameravanê kompanyaya ragihandinê ya Chetr’ê Mihemed Ezîz di dema şopandina merasîma bîranîna Şehîd Şukrî Serhed de bêyî ti sedemek were nîşandan ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hatibûn destgîrkirin.

Piştî 24 saetan, ve peyamnêrên Rojnews’ê Botan Germiyanî û Birwa Esed li gel kamerevanê kompanyaya Chetr’ê Mihemed Ezîz ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hatin berdan.