​​​​​​​Yekitiya Mamosteyan kadroyên xebata perwerdeyê pîroz kir

Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Suriyê, mamoste û kadroyên xebata perwerdeyê bi boneya despêka sala xwendinê yê nû pîroz kir. Her wiha soz da ku aliyên rêxistinî û xizmetguzarî bi pêş bixin da ku aramcan pêk bînin.

​​​​​​​Yekitiya Mamosteyan kadroyên xebata perwerdeyê pîroz kir
18 îlon, 2022   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya sala xwendinê ya 2022 – 2023`an daxuyanek da.

Daxuyanî wiha ye:

 “Bi destpêka sala xwendinê ya nû re, em ji hemû mamosteyên xwe re di aliyê perwerdehî û rêxistinî de salek serkeftî dixwazin ku xebatên perwerdeyê bi ser bixin û hêviyên xwendekaran û malbatên wan pêk bînin. Her wiha derfeteke perwerdeyê ji xwendekaran re peyda bikin ku kesayeta wan xurttir dike. armancên yekitiyê yên pêşkêşkirina pêşniyaran ji bo pêşxistina vê qadê pêk bînin.

Yekitiyê di qonaxa berê de li ser danîna mekanîzmeyeke guncaw dixebitî ku sendûqa nîştergeriyan ava bike, rêjeya tezmînatê zêde bike, bi bijîşk û nexweşxaneyan re peymanan îmze bikin, kartên yekitiyê çêbikin, beşdarî projeyên ku karûbarên mamosteyan xurttir dikin, mafên mamosteyan biparêzin, bersiva daxwazên ji yekitiyê re hatine pêşkêşkirin bidin û bi aliyên pêwendîdar re nîqaş bikin, li ser asta yekitiya giştî civînan li dar bixin da ku rewş û astengiyên mamosteyan ji aliyê perwerdehî, civakî û aborî ve nîqaş bikin.

DENGÊ MAMOSTEYAN BIGHÎNIN DA KU XWEDÎ BIRYAR BIN

Li ser asta xurtkirina têkiliyên hundirîn û koordênesyonê, yekitiyê gelek civîn bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê re li dar xist da ku xebatê koordîne bikin. Bi armanca ku dengê mamosteyam bighînin da ku di girtina biryaran de çalak û beşdar bin, li ser hemû astên rêxistinî civîn li dar xistin. Her wiha li ser asta koordîneya herêmî û navneteweyê, yekitiyê bi gelek rêxistinên yekitiyan re weke Yekitiya Mamosteyên Almanya, Birîtanya û koordînasyona Rojhilata Navîn a Yekitiya Mamosteyan a Cîhanê re di nav têkiliyan de bû ji bo ji tecrûbeyên wan ên herêmî û navneteweyî sûd bigire.

ALIYÊ RÊXISTINÎ Û XIZMETGUZARÎ BI PÊŞ BIXIN

Li gorî derfetan, em mamosteyan amade dikin û di aliyê rêxistinî, xizmetguzarî wan bi pêş dixin bi rêya lidarxistina civînan, naskirina yektiiyê û pêşxistina sîndûqa niştergeriyan, derfeta vekirina sindûqên din, dayîna deynan ji mamosteyan re û kêmasiyên ku derketina derbas bikin ku di encamê de me armancên xwe yên pêwîst pên neanîn. Divê koordîneyeke zelal di navbera saziyên têkildarî xebatên perwerdeyê de hebe. Li ser mijara sedemên lawazbûna stratejiya perwerdeyê li herêmê were rawestandin û kêmasiyên di metaryalan de derdikevin nîqaş bikin û şaştiyan rast bikin, çareseriyan jê re deynin bi taybet di mijara belavkirina pirtûkan e. Divê nêrîna mamosteyan di vî warî de bê girtin û pêwîstiya danîna şert û mercan ji bo erkdarkirina mamosteyan û pergala peymanan werin nîqaşkirin. Her wiha pirsgirêka veguhastina mamosteyan were çareserkirin û yekitî tev li girtina biryarên stratejîk ên têkildarî perwerde û mamosteyan bibe ji ber ku berdevkê wan e. Ev yek bi rêya çalakkirina Meclisa Perwerde û Fêrkirinê di zûtirîn dem de pêkan e.

PEYDAKIRINA HAWÎRDOREKE EWLE Û RIHET JI MAMOSTEYAN RE Û XEBATKARÊN QADA PERWERDEYÊ RE

Divê hawîrdoreke ewle û rihet ji mamosteyan û xebatkarên qada perwerdeyê re were peydakirin. Divê muçeyan mamosteyan zêdetir bibe, ji bo sivikkirina barên aborî li ser wan, proje bên lidarxistin, divê pêdiviyên dibistanan di wexta wê de peyda bibin. Divê danûstandin bi mamosteyan re li gorî cihê wan di civakê de were kirin. Careke din em hêvî dikin ku mamosteyên me saleke tijî dayîn ku layîqî fedakariya şehîdan be, derbas bikin.”

(dm)

ANHA