Ajansa me topbarana artêşa dagirker li rojavayê Kobanê belge kir

Nûçegihana me topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser aliyên rojavayê bajarê Kobanê yê herêma Firatê bi dîmenan belge kir.

Ajansa me topbarana artêşa dagirker li rojavayê Kobanê belge kir
18 îlon, 2022   10:28
 KOBANÊ

Ji taxeke rojavayê Kobanê, nûçegihana me Dicle Ehmed topbarana berdewam a artêşa Tirk a dagirker li derdora bajêr bi dîmenan belge kir.

Di dîmenên hatine kişandin de xuya dibe ku tevgera li ser rêya Kobanê-Cerablus a li rojavayê Kobanê bi temamî hatiye rawestandin, ku dengê gulebarana ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li derdora bajêr bi zelalî tê bihîstin.

Artêşa Tirk a dagirker ji vê sibehê ve herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî topbaran dike.

ANHA