Biden, Pûtîn hişyar kir: Çekên nukleerî li Ukraynayê bi kar neyne

Piştî hişyariyên Rûsyayê ku eger hêzên wê li Ukraynayê rastî zexteke zêdetir werin, dê bi tundî bersivê bide, serokê Amerîkayê Joe Biden bang li Moskovê kir ku çekên nukleerî bi kar neyne.

Biden, Pûtîn hişyar kir: Çekên nukleerî li Ukraynayê bi kar neyne
18 îlon, 2022   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevpeyvînekê ligel “CBS News” de bang li hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kir ku çekên nukleerî û yên kîmyewî yên taktîkî li Ukraynayê bi kar neyne.

Leşkerên Ukraynayê hefteya borî hêzên rûsî neçar kirin ku li bakurê rojhilatê welêt paşde vekişin, vê yekê jî Pûtîn xiste bin zexta neteweperestên li hundir da ku însiyatîfê ji nû ve bi dest bixe.

Pûtîn hişyarî dabû ku eger hêzên wê bikevin bin zextek zêdetir, Moskov dê bersiveke tundtir bide. Vê yekê fikar çêkirin ku dibe di demekê de rêbazên ne klasîk yên mîna çekên nukleerî û yên kîmyewî yên taktîkî bi kar bîne.

(hs)