Li Derayê fermandarekî 'Ewlehiya Leşkerî' hat kuştin

Li bajarê Dail ê gundewarê Derayê, fermandarekî "Ewlehiya Leşkerî" ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê ku beriya "lihevhatinan" di nav çekdarên xwecihî yên Derayê de bû, bi guleyên çekdarên nenas hat kuştin.

Li Derayê fermandarekî 'Ewlehiya Leşkerî' hat kuştin
18 îlon, 2022   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Dail ê gundewarê Derayê, fermandarekî "Ewlehiya Leşkerî" ku girêdayî hêzên hikumeta Şamê ye, sibeha îro (18`ê Îlonê) bi guleyên çekdarên nenas hat kuşyin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), kesê hatî kuştin berê di nav çekdarên xwecihî yên li herêmê de bû û piştî "lihevhatinan" li Derayê tev li "Ewlehiya Leşkerî" bûye.

Piştî ku hikumeta Şamê li herêmê "lihevhatin" pêk anîn, bûyerên kuştin û sûîqastkirin zêdetir bûn. Ev jî asta binkeftina lihevhatinên ku ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser herêmê hatine ferzkirin nîşan dide, ku ji bilî tevlîheviya ewlehiyê û hêrsa gel a li dijî sazî û hukmê hikumeta Şamê tiştekî din bi xwe re neanî.

Çavdêrên rewşa Sûriyê dibînin ku "lihevhatin" çi qas domdar bin jî, çareseriyeke rasteqîne pêk naynin, ji ber ku ew di bingeh de sedemên nakokiyên rastî yên di navbera hikumet û gel de çareser nakin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji destpêka îsal ve li Derayê 388 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine û di encamê de 328 kes hatine kuştin, ku piraniya wan sivîl, endamên hêzên hikumeta Şamê, hevalbendên "saziyên ewlekariyê"  û endamên "lihevhatinan" in.

(hs)