​​​​​​​Bi desteka Rêveberiya Xweser çandina pembo li Minbicê geş bû

Ji ber desteka ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye, îsal çandina pembo li Minbicê geş bû. Cotkaran diyar kir ku kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, bandor li berhemên wan kir û bang kir ku navendên kirîna pembo li herêmê werin vekirin.

​​​​​​​Bi desteka Rêveberiya Xweser çandina pembo li Minbicê geş bû
18 îlon, 2022   05:53
MINBIC – ŞÊRÎN SERXAN

Ji ber desteka ku Rêveberiya Xweser pêşkêşî cotkaran kiriye, îsal li bajar û gundewarên Minbic 275 hektar pembo hat çandin.

Cotkarê bi navê Hesen Hemadî ji gundê Şecera yê bajarokê Til Hozan ê Minbicê ye û diyar kir ku wî 5 hektar pembo çandiye û got: "Li gorî par, îsal eleqeya bi çandina pembo re baştir bû. Sedema vê yekê desteka Komîteya Çandiniyê ye ku pêşkêşî cotkaran kiriye, bi taybet di warê peydakirina mazotê de."

Ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, cotkaran ziyan dîtin. Hemadî diyar kir ku astengiya li pêşiya wan kêmbûna avê ye û got ew avê ji çemê Firatê dikişînin û pê zeviyan av didin.

Her wiha îşaret pê kir ku heke navendên kirîna pembo li Minbicê werin vekirin û mazot dereng neyê belavkirin, dê sala bê rûbera çandina pembo zêdetir bibe.

Ji ber tunebûna navendên kirîna pembo, cotkarên Minbicê neçar dimînin ku berhemên xwe li navendên Reqayê bifiroşin û lêçûna gihandinê digihêje 450 hezar lîreyên Sûriyê.

Li ser vê yekê Hesen Hemadî wiha got: "Li cem min tonek tenê maye, ez neçar im li cem xwe bihêlim, ji ber ku nikarim kirêya veguhastinê bidim."

Hevserokê Komîteya Çandinî û Avdanê ya Minbicê Xalid Oso diyar kir ku qada ku bi pembo hatiye çandin gihaşt 275 hektarî ku piraniya wê li qiraxa çemê Firatê li xeta Til Hozan, gundên Hedîdî, Cedîda, Mestaha û Şecera ye.

Têkildarî desteka ku pêşkêşî cotkaran dikin, Oso anî ziman ku wekî para yekemîn wan 400 lître mazot ji bo her hektarekê veqetand û parên din gihaşt hezar û 600 lîtreyî ku her lîtreyek bi 85 lîreyan pêşkêşî cotkaran kir. Her wiha diyar kir ku wan semad jî daye cotkaran.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihayê kîloya pembo bi 4 hezar û 300 lîreyên Sûriyê diyar kiriye.

Oso destnîşan kir ku di demeke nêzîk de dê civîna Komîteya Çandinî û Avdanê bi Desteya Çandinî û Avdanê û Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya Reqayê were lidarxistin da ku pirsgirêka navendên kirîna pembo were nîqaşkirin.

Xalid Oso diyar kir ku dê rojek di hefteyê de ji bo cotkarên Minbicê were diyarkirin da ku berhemên pembo li navenda Reqayê bifiroşin û zehmetiyan nekêşin.

ANHA