Tevî topbaranê û dorpêçê xwendekarên Efrînê perwerdeya bi zimanê dayikê didomînin

Di destpêka her saleke xwendinê yê nû de azarên xwendekaran li kantona Şehbayê û gundên navçeyên Şera û Şêrewa yên kantona Efrînê ya dagirkirî ji ber dorpêça hikumeta Şamê û topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê, nû dibin.

Tevî topbaranê û dorpêçê xwendekarên Efrînê perwerdeya bi zimanê dayikê didomînin
18 îlon, 2022   05:35
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Ev pênc sal in, xwendekarên herêma Efrînê li Şehbayê ji ber hovîtiya hikumeta Şamê û dorpêça ku li ser kantonê ferz kiriye û di encamê nahêle pirtûk û alavên dibistanan ji Minbicê derbasî Şehbayê bibin û li aliyekî din topbarana dewleta Tirk û çeteyên a domdar li dijî gundên Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrewa, azaran dikişînin.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê, derdora 3 hezar xwendekar li navçeya Şêrewa ku li 14 dibistanan belav bûne ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî dibistanên navçeyê, ji xwendinê bê par mane. Her wiha dewleta Tirk herî dawî dibistana gundê Bênê ya pêkhateya seretayî û navîn hedef girt û di encamê de gelek beşên wê wêran bûn.

Xwendekarên Til Rifetê dibin hedefa balafir û topbarana dewleta Tirk a dagirker, her wiha di 2`yê Kanûnê de di encama topbarana dewleta Tirk de 8 zarok dema ku ji dibistanê vedigerîn malên xwe, şehîd bûn.

Li gorî daneyên desteyê, hejmara xwendekarên li kantona Şehba û gundên navçeya Şera û Şêrewa 14 hezar û 531 xwendekarên ku li 72 dibistanan dixwînin.

`TANK DERBAS DIBE LE NABE PIRTUK DERBAS BIBIN`

Cîgirê hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrîn Fadil Çawîş diyar kir ku hikumeta Şamê nahêlin ku pirtûk û amûrên dibistanan derbasî kantona Şehbayê bibin, ji ber ku wê li ser siyaseta xwe ya kirêt xetere dibîne ku tank derbas bike lê nabe pirtûk derbas bibe.

Çawîş destnîşan kir ku hikumeta Şamê ketina pirtûkan bo navçeya Şehbayê ji ketina çekan û tiştên qedexe xetertir dibîne û got: “Gelo xwendina bi zimanê dayikê sûc e?”

Têkildarî hedefgirtina dibistanan, Çawîş anî ziman ku dewleta Tirk jiyana xwendekeran dike xetereyê û got, hedefgirtina dibistanan bi awayekî neyînî bandor li xwendinê dike.

Çawîş bal kişand ser armanca siyastên dewleta Tirk û hikumeta Şamê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Armanca her duyan yek e, ew e ku zarokên herêmê ji xwendina bi zimanê dayikê bê par bihêlin.”

Hêjayî gotinê ye ku kantona Şehba ji aliyê hikumeta Şamê û dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dorpêçkirin, ji ber ku bi van hêzan re di eniyên şer de ye.

Çawîş di axaftina xwe de behsa siyasetê dewlet Tirk li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê kir û got: “Piştî ku dewleta Tirk, Efrîn dagir kir, dibistan kirin hedef û ew veguhestin baregehên leşkerî, siyaseta tirkkirinê li herêmê pêk anî û demografiya wê guhert, her wiha hewl dide vê yekê li herêmên Şehbayê jî bike.”

Fadil Çawîş di dawiya axaftina xwe de bang li li rêxistinên navneteweyî û hiquqî kir ku rê li ber sûcên dewleta Tirk û Hikumeta Şamê bigire.

DEWLETA TIRK BI HEDEFGIRTINA DIBISTANAN, ARMANCÊN XWE PÊK NAYNE

Rêvberiya dibistana kampa Veger a li gundê Zaretê yê navçeya Şêrawa Hêvîn Xelîl destnîşan kir ku çete bi zanabûn dibistanan dike hedef da ku xwendekar neçin dibistanê û wiha domand: “Sala nû dest pê kir û em xwendekarên nû tomar dikin. Lê topbarana domdar ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî navçeya Şêrawa, rê li ber xwendekaran digire ku neçin dibistanan. Her wiha beriya demekê dibistanê gundê Bênê hat topbarankirin, ji ber vê yekê jî şênî ditirsin ku zarokên xwe bişînin dibistanê.”

Hêvîn Xelîl piştrast kir ku armancên dijmin pêk nayên ku xwendekaran ji xwendina bi zimanê dayikê bê par bihêle û got: “Ev dibistan tenê çend metran ji eniyên şer ve dûr e û dijmin naxweze ku zarok derbasî dibistanan bibe. Lê em weke mamoste û xwendekar armanca me yek e ew ku tevî hemû şert û mercan, fêr bibin.”

Têkildarî ku çawa tevdigerin dema ew li dibistanê bin û were topbarankirin, Hêvîn Xelîl diyar kir ku ew yekser xwendekaran derbasî cihên ewleh dikin.

Dewleta Tirk tirkkirina kantona Efrînê yê dagirkirî dewam dike, zimanê tirkî li dibistanan ferz dike û xwendina bi zimanê kurdî qedexe dike.

Li gorî daneyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, dewleta Tirk piştî ku kantona Efrîn dagir kir, zêdetirî 68 dibistan li gund û navçeyên Efrîna dagirkirî rûxand û dibistanên din veguhestin baregehên îstîxbarata Tirk û cihên îşkencekirina welatiyan.

Çavkaniyên ji herêma Efrînê ragihandin ku dewleta Tirk dibistana Ezhar Efrîn veguhest baregeha îstîxbarata Tirk (MÎT), dibistana Cegerxwîn kir girtîgeha, dibistana şehîd Ezîme veguhest baregeha çeteyên dewleta Tirk û Fakulteya Endezyariya Mekanîk veguhest baregeha çeteyên Firqeya El Hemza.

(dm)

ANHA