​​​​​​​Di xwepêşandana li Seqizê de welatiyek hat qetilkirin

Duh bi armanca şermezarkirina qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî (Mehsa) welatiyên bajarê Seqizê daketin kolanan. Hêzên rejîma Îranê gule li xwepêşanderan barand ku di encamê de çend welatî birîndar û welatiyek jî jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Di xwepêşandana li Seqizê de welatiyek hat qetilkirin
18 îlon, 2022   06:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca şermezarkirina qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî (22) ya di dema ji aliyê polîsên “dijî bê hîcabiyê” hatibû destgîrkirin îşkence lê hatibû kirin û piştî 3 rojan ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, duh li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Hat diyarkirin ku di çalakiya protestoyî ya li bajarê Seqizê de hêzên rejîma Îranê xwe li çalakiyê negirtine û gule li xwepêşanderan reşandine. Di encama wê gulebaranên hêzên Îranê de çend welatiyên Kurd ên bajêr birîndar bûne û welatiyek jî hat qetilkirin.

Welatiyên ku hat qetilkirin navê wî Kiyan Direxşan e.

Têkildarê hejmar û rewşa kesên birîndar bûnî agahiyek zelal nehat bidest xistin.