Li bajarê Qamişlo ji bin konê sersaxiyê şêniyan soza şopandina rêya şehîdan nû kir

Li bajarê Qamişlo li goristana şehîd Delîl Saroxan konê sersaxiyê ji bo şehîd Zîlan Zeyno, Delal Nurhak û Kamber Soylemez hat vegirtin. Şêniyê Qamişlo ji bin konê sersaxiyê soza şopandina rêya şehîdan û parastina herêmê dan.

Li bajarê Qamişlo ji bin konê sersaxiyê şêniyan soza şopandina rêya şehîdan nû kir
15 îlon, 2022   14:29
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo li goristana şehîd Delîl Saroxan ji bo şehîd Zîlan Zeyno û Delal Nurhak yên ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn û şehîd Kamber Soylemez ê ku li Rojava şehîd bûbû, konê sersaxiyê veda. Bi dehan malbatên şehîdan û şêniyên Qamişlo beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasimê de li ser navê malabata şehîd Zîlan Zeyno, Zîwer Elî axivî û got: “Her kesekî li Bakur û Rojhilatê erkeke wî/wê ya netewî heye ku bikare roleke xwe di nava civakê de bilîze. Wek malbata şehîd Zîlan erkeke me ya nîştimanî ye ku ji bo gelê xwe em li ser riya şehîdên xwe bin.”

Zîwer Elî wiha dawî li gotina xwe anîn: “Dewleta Tirk û hevalbendên wê dixwestin sîxûran di nav me de çêkin. Lê şervanên me rojane weqas sîxûran ji nav me derdixin. Li rex wê dewleta Tirk rojane li herêmên Parastinê yên Medyayê êrişî gerîlayên me dike bi balafirên xwe û bi hemû çekên xwe yê giran êrişî dike. lê gerîla ew şikandin û têk birin. Divê gelê Kurd destê xwe bikin yek ji bo em vî dijminî têk bibin û sîxûran ji nav xwe derxin. Em soz didin ku em ê li ser riya şehîdên xwe bin.”

Rêvberiya Meclisa Kongra Star Menciye Heyder axivî û got: “Şervanên me li Herêmên Paratinê yên Medyayê li ber xwe didin. Wateya welatparêzî berxwedan e û têkoşîna ku tê kirin. Ev demeke êrişên giran li gerîla tên kirin ji aliyê PDK`ê ve. Em ê li hemberî îxaneta PDK`ê bisekinin û li ser riya xeta şehîdên xwe bin. Welatparêzî henaseyek dirêj jê re pêwîst e, welatparêzî ne karê rojekê yan du rojan e. Welatparêzî xwedî derketina erkê demê ye û xeta şehîdan berdewamkirin e. Tenê em bi tekoşîn û berxwedanê em dikarin bêjin em welatparêz in.”

Menciye Heyder di dawiyê de got: “Em weke dayîkên gerîla û tevgera jin em soz didin şehîdên xwe em ê heta dawî li ser şopa wan tê bikoşin û li ber xwe bidin. Di heman demê de em rojane bi şehîd û gelê xwe re soza xwe nû dikin. Heta dawî em xwedî sekin û helwest bin. Em îxaneta PDK`ê şermezar dikin û lanetê lê dikin.”

(hh)

ANHA