Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan civîneke berfireh ji malên jinan ên kantona Hesekê re li dar xist

Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke berfireh ji malên jinan ên li kantona Hesekê re li dar xist. Tê de rêziknameya malên jinan, mekanîzmeta kar û xebatên wan, nîqaş kirin.

Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan civîneke berfireh ji malên jinan ên kantona Hesekê re li dar xist
15 îlon, 2022   14:47
HESEKÊ

Civîn li hola navenda kantonê ya li bajarê Hesekê li dar ket. Tê de nûnerên rêxistinên jinan ên kantona Cizîrê û endamên Meclisa Jinan a Edaleta Civakî beşdar bûn.

Di civînê de endama Meclisa Edaleta civakî Selwa Silêman perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî azadiya jinan ku çareseriya yekane ya civakê ye û azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye, xwendin.

YEKKIRINA MEKANÎZMEYA KAR Û XEBATÊN MALÊN JINAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Civîn di çarçoveya biryara Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dar ket ku di Gulana 2022`yan de li dar ketibû û tê de pêwîstî bi yekkirina rêzikname û mekanîzmeya kar û xebatên malên jinan li hemû kantonan hat kirin.

Endama Komîteya Edaleta Civakî Rêcîn Salih Xelef rêziknameya malên jinan xwend û Saziya Mala Jinan da nasandin ku saziyeke civakî ya sivîl e, armanc dike ku felsefeya edaleta civakî, çanda malbata demokratîk û jiyana hevbeş belav bike. Her wiha li dijî hemû cureyên kiryarên dermirovî yên li dijî jinan û zarokan tê dikoşe. Hewl dide pirsgirêkên jinan û malbatê çareser bike. Yek ji saziyên edaleta civakî ye.

Her wiha Rêcîn Xelef erk û peywirên malên jinan ên li herêmê bi bîr xistin.

Piştî xwendina rêziknameyê, beşdaran nêrînên xwe parve kirin û di dawiyê de gelek pêşniyar kirin jê: Lidarxistina dewreyên vekirî da ku jinan bikarin tev lê bibin, danîna bernameyên ji bo mehên bê ji bo diyarkirina kar û xebatên jinan mîna lidarxistina hemleyên hişyariyê di nava komînan de ji aliyê edaleta jinan, zêdekirina bernameyên hişyariyê bi rêya ragihandinê, hişyarkirina jinan û şîrovekirina qanûnên jinan, lidarxistina civînan bi dadgeh, malên jinan û komîteyên lihevanînê re û zêdekirina koordîneyê di navbera malên jinan û saziyên edaleta civakî de.

ANHA