​​​​​​​Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê bikaranîna penaberên Sûriyê şermezar kir

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê dewleta Tirk a dagirker a ku kaxeza penaberên Sûriyê bi kar tîne, şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku erka xwe li hemberî penaberan bi cih bîne.

​​​​​​​Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê bikaranîna penaberên Sûriyê şermezar kir
15 îlon, 2022   14:04
REQA

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê bi şêniyên bajarokê Kisrat, şêx û rûspiyên eşîran re civiya.

Di civînê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê û hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Zelîxa Ebdî axivî û got: "Em xeta hezkirin û biratiya gelan dewam bikin. Em sûrî ne û me nasnameya sûrî hilgirtiye. Sûriyê dergûşa şaristaniyê ye û em bi QSD'ê re serbilind in."

Zelîxa Ebdî diyar kir ku ne tenê li Sûriyê, heman demê li tevahî cîhanê, heta DYA'yê pirsgirêkên civakî, ekolojîk, aborî û exlaqî hene û got: "Li dewleta Tirk a ku şev û roj êrişî me dike alozî heye. Em sûrî rewşa me ji yên din baştir e, taybetmendiyên me yên civakî hene, em bi urf û adetên xwe serbilind in. Ev taybetmendî dihêle ku rewşa me ji ya dewletên din ên cîhanê baştir be."

Zelîxa Ebdî da zanîn ku li dijî herêmên Rojhilata Navîn ku Sûriye beşek jê ye, plan tên xêzkirin û wiha domand: "Sûriyê bûye qada nakokiyan. Dewleta Tirk a êrişî me dike nikare îradeya me têk bibe. Em bi QSD'ê re ne ku me ji terorê rizgar kir. Ji bo parastina xaka xwe em ê bibin mertalên asê."

Di civînê de Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê daxuyanî da. Hevserokê Meclisa Gel a Kisrat Ehmed El Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser zextên dewleta Tirk ên li dijî penaberên Sûriyê û hate gotin : "Partiya serdest a li Tirkiyê doza penaberên sûrî ya mirovî xistiya bazarên siyasî da ku di hilbijartinan de qezenceyan bi dest bixe."

Di daxuyaniyê de dewleta Tirk ku penaberên Sûriyê bi kar tîne, zext û êrişan li wan dike û wan dersînor dike hate şermezarkirin.

Her wiha bang li civata navneteweyî, Konseya Ewlekariyê, Meclisa Mafên Mirovan, tevahî saziyên hiqûqî yên cîhanê hate kirin ku peymana sala 1951'ê pêk bînin ku tevahî dewlet neçarî parastina penaberan bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em Partiya Sûriya Pêşerojê dibînin ku doza penaberan dozeke mirovî û qanûnî ye, di bin garantî û kefaleta Neteweyên Yekbûyî de ye, divê hemû plan û binpêkirinên li dijî gelê Sûriyê were rawestandin."

ANHA