Şîrovekarekî iraqî: Armanca serdana Fîdan li Iraqê avakirina herêmeke sunnî ye

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Riyad El Wehîlî diyar kir ku armanca serdana serokê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker a ji bo Bexdayê avakirina herêmeke sunnî li Iraqê ye ku berjewendiyên dewleta Tirk misoger bike.

Şîrovekarekî iraqî: Armanca serdana Fîdan li Iraqê avakirina herêmeke sunnî ye
14 îlon, 2022   05:35
NAVENAD NÛÇYAN – YEHYA EL HEBÎB

Serokê îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) Hakan Fîdan roja şemiyê serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir û bi serokwezîrê demkî, serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî û hin rayedarên Iraqê re hevdîtin kir. Beriya serokê Hevpeymaniya Serweriyê Xemîs Xencer serdanê bike, naveroka wê eşkere nekir.

XEMÎS XENCER KÎ YE?

Xemîs Ferhan Xencer ji bajarê Felûca ye, karsaz û mîlyonerekî iraqî ye ku li ser asta Iraq û herêmê xwedî hêzeke mezin e.

Di Cotmeha 2015'an de, dadgeheke Iraqê fermana girtina Xencer da. Li gorî qanûna têkoşîna li dijî terorê, dadgehê biryar da ku pereyên wî li wî welatî desteser bike.

Dadgeha Iraqê bi tawana ku piştgiriyê dide terorê, biryar da ku dest deyne ser pereyên Xencer.

Di sala 2014'an de Xencer hêzeke ji 3 hezar çekdarên ku ji aliyê Tirkiyê (Hêzên Pasdarên Nînowayê) ve hatibûn perwerdekirin, bi hinceta şerê DAIŞ'ê fînanse kirin.

Di sala 2019'an de, Amerîkayê bi tawana gendeliyê, ji bilî 3 fermandarên Iraqê bi tawana kuştina xwepêşandêran û binpêkirina mafên mirovan, ceza li Xencer birî.

Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya wê demê de ku li ser zimanê berpirsekî berê yê payebilind di hikumeta Iraqê de ragihand ku bandora Xencer bi piranî ji ber daxwaza wî ye ku dewlemendiya xwe ji bo gendeliyê bi kar bîne.

Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê de îşaret pê hate kirin ku Xencer gelek pere dane kesayetiyên siyasî yên iraqî kirine da ku piştevaniyê wergire û yek ji namzetên xwe ji bo wezîfeyekê di nav hikumeta Iraqê de mîsoger bike.

Xencer serokatiya Hevpeymaniya Serweriyê dike ku di 25'ê Çileya 2022'an de hatiye damezirandin. Ev hevpeyman jî ji Hevpeymaniya Teqedum (Pêşverû) ya bi serokatiya Mihemed Helbûsî û Hevpeymaniya Ezm a bi serokatiya Xemîs Xencar pêk tê.

El Xencer beriya niha bi serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anîbû û berjewendiyên Tirkiyê li Iraqê diparêze û dixwaze herêmeke sunnî ava bike û bibe nûnerê sunniyên Iraqê.

Têkildarî serdanê, şîrovekarê iraqî Riyad El Wehîlî ji ANHA'yê re axivî û got: "Serdan hemû urfên dîplomatîk derbas kirin. Ji ber ku rêveberê îstîxbaratan e ku bi kesayetên nûnerên blokên siyasî re hevdîtinan dike. Ev kesayetên ku bi wî re hevdîtinê pêk tînin bi awayekî eşkere girêdana wan kesayetan bi Tirkiyê re nîşan dide."

Ji roja komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li herêmeke geştiyarî li Dihokê pêk anîbû, ev serdan a yekemîn a rayederên dewleta Tirk bo Iraqê ye.

PIŞTÎ SERDANA FÎDAN, XENCER BI MESÛD BARZANÎ RE CIVIYA

Ev serdan di demekê de pêk hat ku Iraq di nava aloziya siyasî de ye. Sedema sereke ya vê aloziyê destwerdana derve ye. Tirkiyê û Îranê hewl didin berjewendiyên xwe li Iraqê pêk bînin.

Piştî serdana serokê îstîxbarata Tirk, serokê Hevpeymandiya Serweriyê û şirîkê wî serokê parlamentoyê roja yekşemê serdana Hewlêrê kir û bi serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

El Wehîlî got: "Fîdan dixwaze xeta siyasî ya pêkhateya sunnî di destî wî de be, ji ber vê yekê dixwaze zextê li aliyên din bike ji bo beşdarî proseya siyasî bibin da ku destkeftiyan Tirkiyê li Iraqê misoger bike, nemaze ku aliyên iraqî diyalogan dikin da ku hikumeta bê ava bikin û nêrîna siyasî ya dema bê xêz bikin. Nêrîneke heye destnîşan dike ku Tirkiyê hewl dide herêmeke sunnî li Iraqê ava bike û berjewendiyên xwe tê de biparêze, nexasim ku Tirkiye dixwaze rêya enerjiyê bi rêya Ewropayê bi dest bixe."

DESTWERDANÊN DERVE ÇARESERIYAN ASTENG DIKIN

Nakokiyên di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê de dewam dikin. Sedr ji Hevpeymaniya Serweriyê dixwaze ku ji parlamentoyê vekişe da ku derbeyekê li rewabûna parlamentoyê bide. Li beramberî wî Çarçoveya Hemahengiyê ya ku sîwana siyasî ya hêzên alîgirên Îranê ye, zextê li serokê parlamentoyê bike da rûniştinên parlamentoyê ji nû ve dest pê bike û mafên destûrî yên mayî temam bike da ku serokkomar were hilbijartin û hikumet bê avakirin.

Li ser vê yekê, şîrovekarê siyasî yê iraqî El Wehîlî got: “Israra rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê heye ku civîneke parlamentoyê li dar bixin, şêwirên bi blokên siyasî re temam bikin da ku civînek bi amadebûna hemû endaman were lidarxistin. Bê guman hewldanên Çarçoveya Hemahengiyê hene ku ji bo mîsogeriya kabîneya parlamentoyê şêwir û diyalogan bi Tevgera Sedr re pêk bîne."

El Wehîlî anî ziman ku aloziya siyasî ji ber encamên hilbijartinên bi nakok û destwerdana îradeya derve di rewşa Iraqê de ye û got: "Çareserî divê hemû aliyên siyasî tenazulan bidin da ku bigihêjin lihevkirinekê ku dikare rewşê bi pêş ve bibe, hemû mafên destûrî bên temamkirin û budçeya federal were pejirandin."

ANHA