Siberoja kampa Holê- Şukru GEDÎK

Siberoja kampa Holê- Şukru GEDÎK
14 îlon, 2022   00:48

Kampa Holê ku hêzên ewlekariyê yên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyonên hevpar lê dimeşînin, ji ber ku malovaniya malbatên DAIŞ'iyan kir, pirsgirêkên cuda lê hene.  yên Kamp di sala 1991'an de ji aliyê NY'yê ve ji bo penaberên Iraqê yên ji Şerê Kendavê direvin, hatiye avakirin û piraniya niştecihên niha wek penaber namînin. Malbatên ji Baxozê hatin derxistin, li ampê hatin bicihkirin û halê wê yê niha wekî barûdê ye. Malbatên rêxistina sûc a herî bi nav û deng a cîhanê lê  dimînin û xetereyeke gelekî mezin lê heye.

Kampa Holê ji bo rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirsgirêkeke mezin a ewlekariya hundirîn e. Wekî bombeyekê ye ku danîne hembêza Rojava û dike biteqe. Dema mirov şert û mercên fîzîkî yên kampê, meyla potansiyela girseya wê, destwerdana dewleta Tirk a ji derve û hewldanên birêxistinbûnê yên li dijî Rêveberiya Xweser dide ber çavan, mirov dibîne ku DAIŞ xurt dibe. Li kampê ku sîxurên Tirkiyê bi hêsanî birêxistin dibin û ji bo xebatên cuda hate bikaranîn. Di demên dawîn de li kampê 44 kes hatin kuştin û li kampê gelek nîşane hene ku DAIŞ herku diçe çalaktir dibe.

MALBATÊN DAIŞ'IYAN DÊ HER TIM RÎSK BIN

Çek û cebilxaneyên di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de hatin desteserkirin, tunelên binerd, amûrên îşkenceyê, kincên leşkerî û kincên leşkerî yên dewleta Tirk, jinên zincîrkirî, çeteyên DAIŞ'ê yên hatine girtin, gelek pirsgirêkên ewlekariyê yên di çapemeniyê de jî cih girtine û hwd, ev tev nîşan didin bê kakampa Holê cihekî çawa ye. Pêngav dibe ku hin pirsgirêkên ewlehiya hundirîn ên kampê çareser bike û hinekan jî paqij bike, lê belê ne çareseriya mayinde a pirsgirêkan e.    

Kampa Holê ji bo hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de rolê dilîzin, testeke samîmiyetê ye. Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de samîmî ne yan na, dê ji nêzîkatiya wan a li hemberî Holê diyar bibe. Ji ber ku ev kamp ji kampeke penaberan wêdetir, qadeke bicihbûna DAIŞ'ê ye. Divê mirov rastiyekê dubare bike. Malbatên DAIŞ'ê yên li kampê dimînin, dê her tim rîsk bin. Jin dê wek milîtan hebûna xwe ya rêxistinî bidomînin. Zarok dê wek nifşê nû yê milîtanên DAIŞ'ê mezin bibin. Kamp dê bibe navenda zêdebûna DAIŞ'ê.

DAIŞ NE TENÊ PIRSGIRÊKA RÊVEBERIYA XWESER E

Li gorî daneyên fermî yên Rêveberiya Xweser, endamên DAIŞ'ê yên ji 50 welatên cuda li kampê dimînin. Nêzî 70 hezar kes li kampê dijîn. Welatên ku welatiyên wan li kampê ne, wan venagerînin û hewl didin ji pirsgirêka DAIŞ'ê dûr bisekinin. Pirsgirêka DAIŞ'ê ne tenê pirsgirêka Rêveberiya Xweser e. Rêveberiya Xweser ketiye bin barekî pir giran û birîsk û bi pirsgirêka DAIŞ'ê ya li kampê re rû bi rû hatiye hiştin. Hevkariya bi hêzên Koalîsyonê re jî wisa xuya dike ku ne ji bo qedandina DAIŞ'ê ye. Ew e ku hincetên mayindebûna li Sûriyê bi rêya hebûna DAIŞ'ê zindî bihêlin û domdar bikin.

HELWESTA KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ HEVKARIYA DEWLETA TIRK Û DAIŞ’Ê

Dema ku em bi giştî li têkoşîna dijî DAIŞ'ê binêrin, ne pêkan e ku mirov behsa têkoşîneke pir karîger a hêzên Koalîsyonê bike. Divê nîşan bidin ku di vê mijarê de cidî û samîmî ne. Têkiliyên organîk ên dewleta Tirk a faşîst a bi DAIŞ'ê re tên zanîn. Kuştina serçeteyên DAIŞ'ê El Bexdadî û El Selbî li ser xeta sînor ku di bin parastina dewleta Tirk de ye, ji bo têkiliyên dewleta Tirk û DAIŞ'ê delîleke şênber e. Desteka ji bo komên çete tê dayîn, demeke dirêj e tê zanîn. Di doza kamyonên MÎT’ê de, gelek çek û cebilxaneyên ji çeteyan re dihatin şandin, aşkera bûn. Gelek belge şirîkatiya dewleta Tirk û DAIŞ'ê îspat dikin. Lewma divê li helwest û niyeta hêzên Koalîsyonê ya têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ'ê were pirsîn.

Gava yekem ku divê hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ'ê biavêjin, helwestgirtina li dijî dewleta Tirk e. Divê hevkariya DAIŞ-dewleta Tirk bê rawestandin. Heta ku ev hevkariya aşkera neqede, mesele ji anîmasyonê Tom û Jerryê wêdetir naçe.

DIVÊ ÇI WERE KIRIN?

Tişta yekem a ku divê bê kirin; dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava û êriş û destwerdana wê ya li dijî kampa Holê divê ji raya giştî re wek çalakiyên ji bo vejandina DAIŞ'ê werin nîşandan û were şermezarkirin. Divê ji deverên ku dagir kirine, were derxistin û êrişên wê werin rawestandin.

Ya duyemîn; mertalê parastinê ku dewleta Tirk ji hemû komên çete yên li rojhilat û rojavayê Firatê re pêşkêş dike, were rakirin. Divê hemû cure alîkariyên siyasî, aborî û dîplomatîk ku didin çeteyan bên qutkirin û rêxistinên wan bên belavkirin. Heta ku ev bi cih neyên, dê DAIŞ di rojevê de bimîne û xetereya kampa Holê jî dê bidome.

Di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de heta ku dawî li hebûna dewleta Tirk a li Sûriyê neyê anîn, tu encam jê nayên wergirtin. Zarokên niha yên li kampa Holê jî dê bibin çeteyên cîhadîst ên pêşerojê yên DAIŞ'ê.

ANHA