Bavê şehîdekê û 5 şervanan: PDK yekser bi MÎT'ê ve girêdayî ye

Bavê gerîlaya şehîd Barîn Şîlan ku bi navê Xalê Simo tê naskirin, got dem dema serhildana li hember xiyaneta PDK'ê ye ku bûye alavek di destê MÎT'ê de. Xalê Simo rexne li rewşenbîr û hiqûqnasên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember kiryarên PDK'ê bê deng in.

Bavê şehîdekê û 5 şervanan: PDK yekser bi MÎT'ê ve girêdayî ye
14 îlon, 2022   01:43
KOBANÊ

Bertekên li hemberî beşdarbûna PDK'ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîlayan de dewam dikin. 5'ê Îlonê hêzên PDK'ê li herêma Xelîfanê êrişî tîmeke gerîlayan kir, di encamê de 3 gerîla şehîd bûn, 2 jî bi birîndarî ketin destê çekdarên PDK'ê.

/kr/uploads/files/2022/09/13/181540_-2.webp

Îsmaîl Elî xiyaneta PDK’ê ya li gelê Kurd şermezar kir. Îsmaîl Elî bi navê ‘Xalê Simo’ tê nasîn û ji bajarê Kobanê ye û berê şervanê YPG'ê bû. Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve beşdarî gelek şerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû, ji berxwedana Kobanê heta hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê, heta ku ew û komek hevalên wî bi wesayîteke bombebarkirî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin hedefgirtin û lingê wî yê çepê hat jêkirin.

Xalê Simo bavê gerîla Barîn Şîlan e ku sala 2017’an li çiyayên Kurdistanê di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûye. Her wiha bavê 2 gerîlayan û 3 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê û xezûrê şehîd Dîcle Kobanê ye ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye.

'PDK AMÛREKE DI DESTÊ MÎT'Ê DE YE'

Xalê Simo diyar kir ku xiyaneta PDK’ê ya li Kurdan vedigere beriya bi salan û got: “Ev xiyanet di laşê wê de diçe û tê û dest jê bernade. Berdewama vê nêzîkatiya wê jî eşkere bûye. Ev partî ji serî heta kokê bi MÎT a Tirk ve girêdayî ye û amûrek di destê wê de ye da ku bigihêje armanca xwe. PDK'ê fermanên MÎT'ê pêk tîne, li Başûr ne xwedî biryar e, lê MÎT li wir biryaran dide."

Xalê Simo wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em Kurd li Başûr wek hêviya yekkirina Kurdistana mezin dinêrin, firsenda ku bidest xistibûn dîrokî bû. Lê mixabin hikumeta wan xayîn e, li ser vê bingehê xwe ava kiriye, divê li xwe vegere, ji ber ku kiryarên wê yên îro li dijî nirxên exlaqî ne. Çawa na û ew berê zarokên neteweya xwe dide hev da ku bê rehm hev bikujin. Ev ne ji xisletên Kurdan e, lê belê xisletên xayînan e."

Xalê Simo got: "Em ê vê xiyanetê qebûl nekin, ji ber ku rewşa Başûr di xetereyê de ye û em ê ketina birayên xwe yên li wir qebûl nekin."

'KETINA BAŞÛR BI DAGIRKIRINA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ VE GIRÊDAYÎ YE'

Xalê Simo îşaret pê kir ku ketina Başûr bi dagirkirina çiyayên Kurdistanê ve girêdayî ye û axaftina xwe wiha domand: "Bila PDK û hikumeta Başûr û her kurdekî li wir metirsiya şerê li ser çiyayên Kurdistanê û armancên wê bizane. Ketina Başûr bi dagirkirina çiyayên Kurdistanê ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker ve, girêdayî ye. Tirk xewna vegerandina "Osmaniya" ku hatiye tunekirin xeyal dikin û Başûr ji bo vegerandina wê, mîna dergehekê ji bo xwe dibînin."

Xalê Simo ji hebûna hejmareke mezin ji baregehên leşkerî yên dagirkeriya Tirk li ser xaka Başûr û çavgirtina hikumeta navendî ya Bexdayê li wan baregehan, matmayî ma. Xalê Simo bêdengiya rewşenbîr û hiqûqnasên li wir rexne kir û got, dewleta dagirker îro hewl dide ku dîroka Kurdan ji rastiya wê derxe.

Li gorî ajansa Rojnewsê, zêdetirî 50 baregehên artêşa Tirk li navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê hene û ya herî mezin jî baregeha li Bamernê ye.

Xalê Simo her wiha amaje bi wê yekê kir ku êdî dîrok xwe dubare dike û di sala 1992’yan de jî heman tişt pêk hat û PDK'ê xiyanet li hêzên gerîla kir û bi dehan gerîla şehîd bûn. Xalê Simo got: "Heger PDK'ê wateya şermê bizaniya, dê ji şehîd Bêrîtan şerm bikira ku ji ketina destên wan şehîdbûn tercîh kir. Êrişa li ser Şengalê jî rûyê wan ê rastîn eşkere kir ku di sala 2014’an de zarok û jinên Şengalê di destê çeteyên DAIŞ’ê de hiştin."

Xalê Simo di dawiyê de bang li gelê Başûr kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û wiha got: "Yên ku îro li çiyayên Kurdistanê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker şer dikin, zarokên Kurdan in, armanca wan tenê ew e ku gelê xwe bigihînin azadiya ku dixwazin, ew ne ji gerestêrkeke din hatine, lê belê ji çar parçeyên Kurdistanê li hev kom bûne da ku bi canê xwe pîroziya çiya û gelê xwe biparêzin. Êdî dem hatiye ku li hemberî xiyaneta PDK’ê ya li Kurdan, her kes serî hilde."

(hs)

ANHA