​​​​​​​Senherîb Bersûm: Divê rejîm girîngiyê bide berjewendiyên Sûriyê

Senherîb Bersûm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hikumeta Şamê re peymanekê çêke da ku Rêveberiya Xweser têk bibin û got divê hikumeta Şamê girîngiyê bide daxwazên gelê Sûriyê û peymanên ku aloziya Sûriyê aloztir dikin, çêneke.

​​​​​​​Senherîb Bersûm: Divê rejîm girîngiyê bide berjewendiyên Sûriyê
14 îlon, 2022   03:27
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Têkildarî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji bo nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re û çêkirina peymanên nû li ser hesabê gelê Sûriyê ku 11 sal e ji ber sûcên artêşa Tirk a dagirker êş û azarê dikişîne, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ji ANHA’yê re axivî.

Senherîb Bersûm bal kişand ser planên nû yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Piştî ku projeya dewleta Tirk ya dagirkirina qadeke nû ji Sûriyê û bi taybetî dagirkirina bakurê Sûriyê rastî nerazîbûnên navneteweyî hat, êdî dewleta Tirk ji bo têkbirina vê projeyê û têkbirina vîna gelên herêmê ya ji bo xwerêveberiyê, dê di pêkanîna zext û şerê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bê du dilî hemû rêbazên bi kar bîne."

Senherîb Bersûm her wiha got: "Armanca dewleta Tirk ya rastî ev e, ne wekî ku dibêje bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ye. Ji aliyê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve tu metirsî li ser wê tune ne, lê belê ew bû ya ku di şerê xwe yê li dijî QSD'ê û Rêveberiya Xweser de li kêleka artêşa xwe, çeteyên DAIŞ’ê jî rasterast bi kar anîn."

BIKARANÎNA RÊBAZÊN NÛ

Bersûm bal kişand ser rêbazên nû yên dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û wiha domand: "Piştî ku dewleta Tirk operasyonên xwe yên leşkerî û dagirkeriya rasterast a li ser herêmê rawestand, dest bi pêkanîna rêbaza bombebarankirina bi balafirên bêmirov ên biçek li dijî gelên herêmê, fermandar û cihên QSD’ê kir."

Bersûm got: "Bi van rêbazan armanc dike ku herêmê bixe nava rewşek a şer û bê aramiyê, ev jî derfetê ji DAIŞ'ê re vedike da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike."

‘DEWLETA TIRK JI BO ZEXTA LI SER RÊVEBERIYA XWESER DIKARE MUXALEFETÊ BIFIROŞE’

Der barê hewldanên nêzîkbûna di navber dewleta Tirk a dagirker û hikumet Şamê de Bersûm ev agahî parve kirin: "Wê dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl bide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, ev jî dihêle ku rêya pêkanîna rêkeftinekê bi rejîma Sûriyê re hilbijêre da ku her du rejîm bi hev re, di warê ewlehî û leşkerî de li projeya Rêveberiya Xweser bidin. Dewleta Tirk ji bo rêkeftinên bi vî rengî bi rejîma Sûriyê re amade ye, ji ber ku gelek berjewendiyên wê pê re hene. Di nav de vegerandina koçberan bi armanca bidestxistin û zêdekirina dengên gel û amadekariya hilbijartinên sala bê. Erdogan bi kartên ku bikare wan bi kar bîne, sûdê jê werbigire û di hilbijartinên xwe de bi kar bîne, difikire."

Bersûm wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji wan kartan jî ev têkiliya bi rejîmê re ye, ku wê li ser hesabê xwîna bi hezaran sûrî û opozîsyona Sûriyê ya ku xwe bi dewleta Tirk ve girêdaye, be. Dewleta Tirk jî niha amade ye ku di berdêla bidestxistina hin berjewendiyan da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike, dev ji opozîsyonê berde. Ev herdû rejîm hewl didin vê projeyê û îradeya gelên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryanên ku beşdarî birêvebirina herêmên xwe û parastina wê bûne, têk bibe. Ev gelê ku bi hezaran şehîd dane da ku bigihêjin qonaxekê ku bikarin tê de îrade, maf û rêveberiya herêmên xwe pêk bînin."

TÊKILIYÊN KU RÊ LI BER ŞERÊN NÛ LI SER AXA SÛRIYÊ VEDIKIN

Bersûm bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê ya li ser tiştên ku dewleta Tirk a dagirker li ser axa Sûriyê pêk tîne û wiha got: "Hikumeta Şamê û dewleta Tirk li ser çend xalan li hev dikin, lê di gelek xalên din de jî li hev nakin, têkiliya di navbera welatan de li gorî berjewendiyan tê birêvebirin. Di her gavekê de, her aliyek wê hewl bide ku ji yê din zêdetir bi dest bixe. Di vê pêwendiyê de Rûsya jî heye ku di navbera wan de navbeynkar e. Ji ber vê yekê, Rûsya jî dê li gorî ku dixwaze, ne wekî aliyek din, berjewendî û pêşketina projeya xwe garantî bike. Ji ber vê yekê, dê her tişt were hêvîkirin."

Senherîb Bersûm wiha bang li Rûsya û Amerîkayê kir: "Ji ber ku her du welat bi pirsgirêka Sûriyê re têkildar in û di vê mijarê de xwedî roleke bibandor in, em bang li wan dikin ku rê li ber her rêkeftineke di navbera van rejîman de bigire ku dê ziyanê bigihîne gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, krîza Sûriyê aloztir bike û rê li ber şerên nû li Sûriyê veke."

Bersûm amaje bi pêwîstiya aktîfkirina çareseriyeke siyasî ya aştiyane kir ku hemû aliyên Sûriyê razî bike û şer, teror û dagirkeriya Tirk li navçeyên Sûriyê bi dawî bîne.

Bersûm her wiha got: "Rejîma Sûriyê dê bi berjewendiyên derve re li dijî gelê Sûriyê hevkariyê bike, bi taybet bi rejîma Tirk re ku bi siyasetên xwe yên cur bi cur di nava xakên dagirkirî de hewl dide herêmê bi guhertina demografîk û tirkkirina herêmê parçe bike."

Senherîb Bersûm ji bo tişta ku ji hikumeta Şamê tê xwestin wiha got: "Li şûna ku ji hêzên herêmî re tawîzan bidin û bigihêjin armancên ku li dijî gelê Sûriyê ne, bila li gorî daxwazên gelê Sûriyê ji hêzên demokratîk ên sûrî re tawîzan didin. Rêveberiya Xweser her dem amadebûna xwe ji bo diyalogê bi rejîma Sûriyê re û lihevhatina pê re radigihîne, lê ev nayê wê wateyê ku ew dever radestî rejîma Sûriyê bên kirin an jî rêbaza xwe ferz bike ku bi rêya lihevkirinan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve têne redkirin."

Bersûm herî dawî wiha got: "Pêwîst e dan û standinek cidî hebe, bi taybetî ji aliyê rejîma Sûriyê ve. Pêwîst e tawîzan bide, çi li aliyê Rêveberiya Xweser, çi jî tawîzên pêwîst di dan û standinên Cinêvê de. Divê biryara 2254’an bê cîbicîkirin û ji bo amadekirina destûreke nû ji bo Sûriyê hewldan bên kirin. Ya ku ji rejîma Sûriyê tê xwestin ev e, ne pêngav û peymanên bi welatên dijminên Sûriyê re ji bo mîsogerkirina mayîndekirin û berdewama desthilata xwe."

(hs)

ANHA