​​​​​​​‘Ger civata navneteweyî dosyaya DAIŞ’ê paşguh bike dibe ku ‘dîwaran hilweşîne’

Çeteyên DAIŞ’ê hewlên xwebirêxistinkirinê li kampa Holê dewam dikin, bi wê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampê dest bi pêngaveke ewlehiyê kir. Têkildarî vê yekê pisporê dozên terorê Hesen Ebû Heniyê got li gel DAIŞ’ê siyaseteke kevn bi navê "hilweşandina dîwaran" heye.

​​​​​​​‘Ger civata navneteweyî dosyaya DAIŞ’ê paşguh bike dibe ku ‘dîwaran hilweşîne’
14 îlon, 2022   04:38
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ û YPG’ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di 25’ê Tebaxê de li kampê Holê da destpêkirin. Piştî bûyerên qetilkirinê li kampê zêde bûn, pêngavê dest pê kir.

Tevî DAIŞ piştî rizgarkirina Baxozê di 2019’an de bi destê QSD’ê têk çû, lê DAIŞ hîna hewl dide xwe çalak bike û sûdê ji gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergire.

Di Çileyê de, çeteyên DAIŞ’ê êriş bir ser girtîgeha Sînaa, di encamê de ji zêdetirî 100 şervanên QSD’ê şehîd bûn. Armanca êrişê ya bi piştgiriya MÎT’a Tirk ew bû ku çeteyên DAIŞ’ê birevin û piştre ji Sînaa derbasî kampa Holê bibin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî ji ajansa ANHA’yê re gotibû: "Kampa Holê hewldana duyemîn a avakirina xîlafetê ye. Di kampê de nişfê sêyemîn ê DAIŞ’ê tê gihandin û ew jî ji DAIŞ’ê xeternaktir e."

Fermandarê Operasyonên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn general Michael Corella di serdana xwe ya li kampa Holê ya Îlonê de wiha gotibû: "DAIŞ hewl dide derfetê ji rewşên li kampê bigire ku her meh nêzî 80 zarok lê çêdibin. Ev cih zemîneke guncaw ji nişfê nû yê DAIŞ’ê re ye."

Berpirsa payebilind a Pantagonê Dana Stroll jî gotibû DAIŞ navendên girtinê wek artêşa xwe ya nû dibîne. Ew li kampên Hol û Roj û zarokên li wan kampan wek nifşekî nû yê DAIŞ’ê dibîne."

DAIŞ, HILWEŞÎNA DÎWARAN Û NIFŞEKÎ NÛ

Lêkolînerê dozên terorê Hesen Ebû Heniyê ji ANHA’yê re wiha got: "Pirsgirêkeke mezin di doza nifşê nû yê DAIŞ’ê de heye. Ji dema Koalîsyona Navneteweyî bi piştgiriya QSD’ê xîlafeta DAIŞ’ê li Baxozê di Adara 2019’an de têk bir, pirsgirêkeke mezin derket. Li kampa Holê nêzî 65 hezar malbatên DAIŞ’ê (zarok û jin) hene, her wiha li kamp û girtîgehan jî nêzî 10 hezar DAIŞ’î hene. Pêdiviya vê hejmara mezin bi destekdayîna mezin a navneteweyî û ji tevahî aliyên heye, ya sereke jî ewlehî ye."

Ebû Heniyê wiha domand: "Rast e DAIŞ’ê qada xwe ji dest da, lê veguherî rêxistineke nenavendî. Bi wê re çalakiyên xwe li gorî şerê çetetiyê dike û êrişên nîvrêxistinkirî li Iraq û Sûriyê pêk tîne. Ji ber wê ev rêxistin xeternak e û li gel wê stratejiyeke wê ji bo doza girtîgehê û girtiyan heye û ji wir rêxistin xebata “hilweşandina dîwaran” dest pê dike."

Ebû Heniyê ev tişt anî ziman: "Piştî DAIŞ’ê girtîgehên Tacî û Ebû Xerîb kontrol kirin, Iraq serwer kir û çeteyên xwe ji van girtîgehan derxistin. Tiştê li girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran di vê dawiyê de pêk hatiye, parçeyek ji vê stratejiyê ye, her wiha nîşaneyeke eşkere ya berjewendiyên wê ya zindîkirina rêxistinê ye û hêvî dike xîlafeta xwe ji nû ve li van herêman vegerîne."

Di 21’ê Tîrmeha 2013’yan de çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Tacî û girtîgeha Ebû Xerîb ên li Bexdayê kir, ew yek di çarçoveya "plana hilweşandina dîwaran" de ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî beriya salekê gotibû. Di encama wê êrişê de nêzî hezar çete hatin revandin.

Ebû Heniyê diyar kir ku DAIŞ êdî siyaseta ‛hilweşandina dîwaran’ pêk tîne. Di wê siyasetê de siyaseta valahî û aloziyê de bi kar tîne. DAIŞ’ê dema girtîgeha Nangarhar kontrol kir û çekdarên xwe di Tebaxa 2020’an de kontrol kir, Xorasan a li Efganistanê serwer kir. Li Mozambîkê jî ew yek kir, her wiha li herêmên din jî.

Ji dema têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê erdnîgarî ve hate ragihandin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran bang li dewletên têkildar kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên welatiyên xwe û malbatên wan ên li girtîgeh û kampan vegerînin. Lê heta niha tu însiyatîfên cidî der barê vê dozê de tune ne.

‛GER DEWLETÊN ROJAVAYÎ WELATIYÊN XWE YÊN DAIŞ’Î NEBIN DÊ BANDORÊN MEZIN ÇÊBIN’

Hesen Ebû Heniyê da zanîn ku ger dewletên biyanî zarok û jinên li kampa Holê venegerînin dê xetereyeke mezin çêbe, bi taybet civata navneteweyî têkildarî dosyaya terora ku di sînoran re derbas dibe, xemsar e. Ew yek jî ji ber mijûlbûna rojava bi şerê Rûsyayê li Ukraynayê û hevrikiya jeosiyasî ya di navbera DYA û Çînê de li Taywan û Deryaya Çînê. Li kêleka wê jî bi bandorên tenduristî û darayî yên piştî Korona, dozên avhewayê û terora hundirîn ve girêdayî ye.

Ebû Heniyê got: "Girîngiya civata navneteweyî li ser çekdarên biyanî û malbatên wan, vegerandin û tevlêkirina li nava civakên Ewropa bi paş ketiye, tevî gelek bangên Amerîka li ser wê yekê. Lê di vê yekê de girîngî dane nêzbûna leşkerî û ewlehî, ev yek jî xeter e."

Têkildarî mijarê Ebû Heniyê wiha anî ziman: "Nevegerandina Ewropa ji çekdarên DAIŞ’ê re di demeke dûr de bandorên wê yên xeternak hene. Dê ew jî zexteke mezin û kedên zêde li ser QSD’ê bike."

Rêveberiya Xweser hemû hêza xwe ji bo ewlekirina girtîgeh û kampan pêk tîne, lê dorpêç û girtina deriyê Til Koçer, her wiha gefên dewleta Tirk ên êrişkirina herêmê û topbaranên wê yên rojane li ser herêmê û hedefgirtina fermandarên beşdarî têkbirina DAIŞ’ê bûne bi rêya balafirên bêmirov; mîna Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Botan, şanseke mezin ji DAIŞ’ê re ye ku ji nû ve xwe zindî bike û xîlafeta xwe careke din ragihîne.

‛DEWLETA TIRK PIŞTGIRA AKTÎF A ALOZÎ Û DAIŞ’Ê YE’

AKP ku têkbirina dawî ya DAIŞ’ê û darizandina çeteyên DAIŞ’ê li Tirkiyê asteng kir, berpirsên Rêveberiya Xweser û Pantagonê hişyarî da ku plana dewleta Tirk a êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo derxistina çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehan e.

Di demeke berê de çeteyê bi navê Ebdullah Îsmaîl Ehmed ku yek ji xetertirîn serçeteyên DAIŞ’ê û berpirsê hemû êrişên terorane li dijî Hesekê û gundewarên wê û berpirsê êrişa li ser girtgîeha Sîna ye, li xwe mukir hat ku wan agahiyê ji odeya operasyonên li hundirê dewleta Tirk a di bin kontrola MÎT’ê de werdigirt.

Li ser vê yekê, Hesen Ebû Heniyê destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide rewşên heyî û tunebûna girîngiya navneteweyî ji bo avakirina herêmeke ewle fînanse bike û wiha got: "Dibe ku Erdogan van rewşan derfet bigire û gefên xwe pêk bîne. Dê ev bandoreke rasteqîn a neyênî li ser herêmê bike û DAIŞ sûdê ji vê yekê bigire û alozî belav bibe. Dê girtiyên li girtîgeh û kapan careke din vegerin û xîlafeta xwe careke din ava bikin."

Hesen Ebû Heniyê di dawiyê de got: "Mijar êdî xeternak e û bersivdaneke navneteweyî li ser vê xeteriyê tune ye û tu girîngiyeke baş ji bo vê dosyayê tune ye. Stratejiya Biden li hember Sûriyê ne zelal e. Dê dewleta Tirk sûdê ji vê yekê bigire û derketina xîlafeta DAIŞ’ê tenê bi demê ve girêdayî be."

(fr)

ANHA