​​​​​​​Mihrîcana Telêt Heleb: Gavek ji bo şikandina keysbaziyê û daxistina nirxan

Bi armanca şikandina keysbaziya bazirganan û piştgiriya civakê, îro Odeya Yekitiya Berhemdêran a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi alîkariya Saziyên Civaka Sivîl, Mîhrîcana 3’yemîn a Telêt Heleb a berhemên pêlavan, li dar xist.

​​​​​​​Mihrîcana Telêt Heleb: Gavek ji bo şikandina keysbaziyê û daxistina nirxan
​​​​​​​Mihrîcana Telêt Heleb: Gavek ji bo şikandina keysbaziyê û daxistina nirxan
​​​​​​​Mihrîcana Telêt Heleb: Gavek ji bo şikandina keysbaziyê û daxistina nirxan
​​​​​​​Mihrîcana Telêt Heleb: Gavek ji bo şikandina keysbaziyê û daxistina nirxan
​​​​​​​Mihrîcana Telêt Heleb: Gavek ji bo şikandina keysbaziyê û daxistina nirxan
13 îlon, 2022   18:08
HELEB

Di çarçoveya xebatên Odeya Yekitiya Berhemdêran a girêdayî Saziyên Civaka Sivîl de ji bo daxistina nirxên berhemên ku li herdu taxan tên çêkirin û bi armanca şikandina keysbaziya bazirganan û piştgiriya civakê, îro odeyê Mîhrîcana 3’yemîn a Telêt Heleb li dar xist.

Mihrîcan li qehwexaneya Telêt Heleb hat lidarxistin û dê ji îro heta 26’ê Îlona 2022’yan bidome û tê de nirxên berhemên çente û pêlavan heta ji sedî 50 hatine daxistin. Her wiha di mîhrîcanê de dê xelat bi rêya pêşpirkên pirsan werin dayîn.

BANGÊN PÊŞXISTINA ASTA ABORÎ YA CIVAKÊ

Endamê Odeya Yekitiya Berhemdêran, Farûq Ereb ji ajansa me re diyar kir ku Mîhrîcana 1’emîn a Telêt Heleb li kantona Şehbayê û ya 2’emîn li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin lidarxistin, îro jî Mîhrîcana 3’yemîn e bi heman armancê ku keysbazî were şikandin û bi rêya kêmkirina nirxên berheman heta ji sedî 50, alîkarî civakê bikin.

Ereb her wiha da zanîn ku lidarxistina mîhrîcanan ji bo vejandina sûkê û piştgiriya beşên civakê di nav planên wan ên salê de bûn.

Ereb destnîşan kir ku ev mîhrîcan ji berhemdêran re derfetekê dide da ku berhemên xwe bi nirxê lêçûnê bifroşin.

Di dawiya axaftina xwe de, endamê Odeya Yekitiya Berhemdêran a Helebê, Farûq Ereb îşaret bi girîngiya zêdekirina xebatan ji bo pêşxistina asta aborî ya civakê, kir.

(mh)

ANHA