Berdan Ozturk: Berpirsa kuştina girtiyan dewleta Tirk e- HATE NÛKIRIN

Hevserokê KCD`ê Berdan Ozturk daxuyand ku girtiyên li girtiyên Tirkiyê bi zihniyeteke paşverû re rû bi rû ne, ku dixwaze îradeya wan teslîm bigre û wan di girtîgehê de bi mirinê re rû bi rû bihêle. Ozturk destnîşan kir ku kes nikare vîna girtiyên li ser şopa Mazlûm, Kemal û Xeyriyan dimeşin, teslîm bigire.

Berdan Ozturk: Berpirsa kuştina girtiyan dewleta Tirk e- HATE NÛKIRIN
10 îlon, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Binpêkirinên mafên girtiyan û di wê çarçoveyê de zextên li ser girtiyên siyasî, xwarina mafên girtiyên Kurd, bernedana wan tevî ku dema hikumê wan bi dawî bûye jî, li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dewam dikin.

Li dijî van siyasetan, girtiyan dest bi grevên birçîbûnê kiriye, tevî ku gelek ji wan bi nexweşiyên giran jî. Li aliyê din malbatên girtiyan ji beriya zêdetirî 3 mehan ve ji bo berdana zarokên wan ên girtî dest bi çalakiyên “Nobeta Edaletê” kirine.

Ev siyasetên li girtîgehên Tirkiyê hemwextî şidandina tecrîdê li dijî rêber Ocalan tên meşandin, ku hevdîtina bi malbat û parêzeran re lê qedexe kirine. Bi van kiryaran re rêbazên nû li dijî girtiyan bi pêş ketine, ku di encamê de gelek girtî bêyî ku sedemên mirinê diyar bin, jiyana xwe ji dest didin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehan nirxand.

SEDEMA BINÇAVKIRIN Û GIRTINÊ KURDBÛYÎN E

Têkildarî sedemên destgîrkirinê, Berdan Ozturk wiha got: “Helbet sedema girtin û binçavkirinê ya sereke kurdbûyîn e. Parastina mafên Kurdan ên rewa ye. Têkoşîna gelê Kurd a li dijî polîtîkayên îmha û înkarkirinê ji bo desthiladaran sedema bingehîn a girtin û binçavkirinê ye. Ev yek piştî darbeya 12`ê Îlonê bi girtina rewşenbîr, siyasetmedar, welatparêz û xwendekarên Kurd pêk hat.”

Ozturk daxuyand ku di salên 1990’î de jî ligel girtinan; bi şewitandin, valakirina gundan, bi koçberkirina gel, bi komkujiyan, bi cînayetên ku faîlên wan “nediyar” rû da û wiha pê de çû: “Îro jî desthiladariya AKP’ê bi plana hilweşandinê ya ku di sala 2014’an de amade kiribû û piştî têkçûyîna wê di hilbijatinên 7’ê Hezîranê de, bi şirîkatiya MHP’ê hewl da ku rê li ber têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê bigre.”

Berdan Ozturk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê mebestê bi rêya qeyûman îradeya gelê Kurd desteser kirin, deriyê sazî û komeleyên sivîl ên çandî, civakî û saziyên jinan mohr kirin, endamên van sazî û partiyên me yên siyasî hatin binçavkirin û girtin.  Parlamenter û siyasetmedarên Kurd bi rêya kumpasan hatin girtin ku yek ji wan jî dewaya Kobanê ye.”

ÎRADEYA ÇARESERIYÊ RÊBER OCALAN E

Berdan Ozturk behsa tecrîda li ser rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de kir û got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan a bi salan îro kûrtir bûye û ev yek bi her awayî bandoreke neyînî li civaka Tirkiyê dike. Binpêkirina mafên mirovan, pêkhatinin antî demokratîk, krîza aboriyê, pirsgirêkên polîtîk ên derve bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ji ber ku desthiladariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şer hewl dide ku rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd bigre, lê em baş dizanin ku îradeya çareseriyê birêz Ocalan e.”

BI HEZARAN GIRTÎ RASTÎ ZEXT Û ZORDARIYÊ TÊN

 Ozturk destnîşan kir ku bandora tecrîda li Îmraliyê pêk tê li girtîgehên Tirkiyê û li dijî girtiyên siyasî jî xwe nîşan dide û diyar kir ku îro bi hezaran girtiyên siyasî hene, ku rastî zext û zordariyê tên.

GIRTÎ JI MAFÊN XWE BÊPAR IN

Ozturk hin mînakên kiryarên li girtîgehan wiha anîn ziman: “Ku em mînakan, bidin mafên wan ên çalakiyên civakî tê astengkirin, cezayê hucreyê, qedexekirina pirtûkên Kurdî, lêgerîna tazî, lêgerîna nav dev, nedayîna dermanan û astengkirin çûyîna nexwesxaneyê. Ev jî dibe sedem ku girtî jiyana xwe ji dest bidin.

107 GIRTIYÊN KU CEZAYÊN WAN XILAS BÛNE, NAYÊN BERDAN

Her wiha nêzîkî hezar û 600 girtiyên nexweş hene ku mafên wan ê tendirustiyê tên astengkirin, ev yek jî dibe sedema mirina girtiyan. Li gorî daneyên Komîetya Malbatên Girtiyan (TUHAFED) 107 girtî jî ligel bidawîbûna cezayên wan, bi awayekî keyfî û bi hincetên dûrî aqil tahliya wan tê astengkirin.”

XWEDÎDERKETINA LI TÊKOŞÎNA GIRTIYAN

Ozturk da zanîn ku girtiyên siyasî ji ber têkoşîna demokrasî û azadiyê dîl hatine girtin, ên ku dixwazin bi rêya girtîgehan vê têkoşînê têk bibin li ber îradeya girtiyan neçar man e û wiha dewam kir: “Ev yek jî sedema zext û zordariyên ku li dijî girtiyan pêk tên bi awayekî eşkere nîşan dide. Lewma jî divê em xwedî li girtiyan derkevin, piştgiriyê bidin çalakiyên wan ên rewa û ji daxwazên wan re bibin bersîv.”

BANGA SERBESTBERDANA GIRTIYAN DIKIN

Têkildarî armanca çalakiya “Nobeta Edaletê” û daxwazên wê, Ozturk destnîşan kir ku malbatên girtiyan li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê Nobeta Edaletê digrin û wiha pê de çû: “Daxwaza wan ew e ku mafên girtiyan ên rewa pêk werin, girtiyên nexweş ên ku rewşa wan giran e werin berdan, nexweşiya wan were dermankirin û girtiyên ku cezayên wan qediyaye demildest werin berdan. Lê divê ev yek tenê li ser milê malbatan nemîne, pergala ku girtiyan bi zext û zordariyan re rû bir û dihêle di hemen demê de hewl didin ku malbatan jî mexdûr bikin.”

NAHÊLIN MALBATÊN GIRTIYAN WAN BIBÎNIN

Ozturk da zanîn ku li gorî zagonann divê girtîgeh li bajarê ku malbatên girtiyan lê dijîn be, lê bi zanebûun girtîgeh li dûrî navenda bajar tên avakirin û pirî caran girtî tên sirgûnkirin, ji ber vê yekê jî malbat ji bo ziyareta girtiyên xwe dikevin rêyan û diçin bajarên dûr ku gelek caran ev ziyaret jî pêk nayên.

ZIHNIYET NEHATÎ GUHERTIN

Berdan Ozturk bang li gelê Bakurê Kurdistanê, partiyên siyasî û saziyan kir ku xwedî li çalakiyên malbatên girtiyan derkevin û got: “Ji salên 1980`î de û heta roja îro zihniyeta ku bi rêya polîtîkayên şîdetê zext û zordariyê pêk tîne neguheriye.”

LI SER ŞOPA MAZLÛM, KEMAL Û XEYRIYAN

Ozturk tekez kir ku berxwedana girtiyan û têkoşîna gelê Kurd a li dijî vê zihniyetê her ku diçe bi hêztir dibe û wiha pê de çû: “Îro li ser şopa Mazlûm, Kemal û Xeyriyan berxwedana li zindanan didome. Divê em ji bo ku daxwazên girtiyên ku bedena xwe dane ber birçîbûnê bi cih bînin, di nav hewldanan de bin, divê ev yek ji peywira me ya sereke be.”

Dewleta Tirk a dagirker, gelek girtiyên ku cezayên wan bi dawî bûye bernade, Ozturk di vê derbarê de dibêje: “Girtiyên siyasî yên ku ligel cezayên wan qediya be jî bi hincetên keyfî nehatin berdan. Biryara şewitandina înfazê bi nêrîna psîkolog, gardiyan û midûrê girtîgehê tê dayîn. Azadî û vîna girtiyan tê desteserkirin. Bi vê yekê hiqûqa dijminatiyê pêk tînin û hewl didin ku îradeya girtiyan têk bibin.

Her çend piraniya girtiyên siyasî nafikirin ku wan sûcek kiriye, lê di pêvajoya berdanê de pirsa “tu poşmanî” tê pirsîn. Ne exlaqî ye ku mirov bersîva pirseke wiha bike sedema tahliyekirinê.”

HEWL DIDIN VÎNA GIRTIYAN TESLÎM BIGIRIN

Hevserokê KCD`ê Berdan Ozturk daxuyand ku armanca van polîtîkayan teslîmgirtina vîna girtiyan e û ev tişt anîn ziman: “Hewl didin girtiyên ku îradeya xwe teslîm nakin di girtîgehê de bihêlin da ku bi mirinê re rû bi rû bimînin. Piraniya wan girtiyên nexweşên ku rewşa wan giran in, ligel raporên lijneyên tenduristiyê yên radigihînin ku ev girtî nikarin jiyanê xwe li girtîgehê bidomînin û divê demildest werin berdan, ev girtî li gor biryara ATK’ê vedigerin girtîgehê.”

DEWLET BI DESTÊ ATK`Ê TOLÊ JI GIRTIYAN HILTÎNE

Berdan Ozturk di dirêjahiya nirxandina xwe de da zanîn ku dewlet bi destê Saziya Tibê Edlî (ATK) tolê ji girtiyan hiltîne û girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû dihêle.”

Di demên dawîn de rewşa gelek girtiyên Kurd ên li girtîgehên dewleta Tirk a faşîst xirab bû. Li gorî daneyên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), di 8 mehên dawîn de zêdetirî 600 girtî nexweş in û 48 girtiyên din jiyana xwe ji dest daye.

Ozturk piştrast kir ku berpirsyarê van mirinan dewlet bixwe ye û got: “Yek ji mînakên herî dawî jî girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 85 salî ye. Ozkan ê 26 sal in di girtîgehê de ye, ligel gelek nexweşiyên wî yên ku di raporên lijneya tenduristiyê de hatine tespîtkirin û di raporan de tê gotin ku nikare di girtîgehê de bimîne jî, nayê berdan.”

KUJER TÊN PARASTIN

Berdan Ozturk amaje bi vê yekê jî kir ku bi hinceta ku di hucreyê de xwe kuştine cenazeyên girtiyan tên û wiha pê de çû: “Helbet ev jî bi guman in ku di hucreyê de yek xwe bikuje û heger ev yek bi destê berpirsyarekî girtîgehê jî pêk hatibe, kujer bi awayekî tê parastin û ev rê li ber gelek sûcên kuştinê li hundir girtîgehê vedike.

KUJER SERBEST TÊN BERDAN

 Kujer wêrekiya xwe ji bêcezabûnê digrin. Ev rewşa bêcezabûnê ne tenê li girtîgehan, di jiayana me ya rojane ya li Kurdistanê de jî berdewam e. Li Batmanê qaymeqam bi wesayîta fermî ya dewletê bi awayekî serxweş li zarokekî dixe dikuje, tê berdan. Li Midyata Mêrdînê polîsek ciwanekî dikuje walitiya Mêrdînê daxwuyanî dide dibêje piyê polês li kevir ketiye leqitiye û gule ferqiziye.”

KES NIKARE VÎNA GIRTIYAN TESLÎM BIGIRE

Hevserokê KCD`ê Berdan Ozturk tekez kir ku divê têkoşîna azadî û demokrasiyê li her qadên jiyanê bidome, da ku ji vê zihniyete xelas bibin û got: “Kes nikare îradeya girtiyên ku li ser şopa Mazlûm, Kemal û Xeyriyan li ber xwe didin, teslîm bigre.”

(cx)

ANHA