​​​​​​​Şervanên berxwedana Kobanê: Ji bo ku îdeolojiya me tune bikin DAIŞ ava kirin

Şervanên YPG'ê yên ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê têk birin, bang li gelê herêmê kir ku di operasyonên li dijî sîxur, ajan û çeteyên DAIŞ’ê de, li kêleka wan bin û diyar kir ku dewleta Tirk û dewletên destekê didin DAIŞ’ê ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser hewl didin DAIŞ'ê vejînin.

​​​​​​​Şervanên berxwedana Kobanê: Ji bo ku îdeolojiya me tune bikin DAIŞ ava kirin
11 îlon, 2022   01:35
KOBANÊ

Têkildarî Operasyona Sondê ku QSD'ê 31'ê Tîrmeha borî li dijî sîxurên dewleta Tirk a dagirker ragihand û qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD, YPG û YPJ'ê di 25'ê Tebaxa borî de li dijî şaneyên veşartî li kampa Holê ragihand, şervnên YPG'ê yên çeteyên DAIŞ'ê di berxwedana sedsala ya Kobanê de têk birin, nêrînên xwe bi ANHA'yê re parve kirin.

15'ê Îlona 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrişî kantona Kobanê kiribû. Şervanên YPJ, YPG û Odeya Çalakiyan a Volkana Firatê piştî berxwedana 134 rojan êriş têk birin û di 26'ê Çileya 2015'an de rizgarkirina bajarê Kobanê ragihand.

/kr/uploads/files/2022/09/10/173002_.webp

Şervanê YPG'ê Ciwan Azad di berxwedana Kobanê de ji lingê xwe birîndar bûye, diyar kir ku komeke dewlet piştgiriyê didin DAIŞ’ê ku hewl didin pêvajoya şoreşa gelên herêmê vegerînin destpêka wê û got: “Ji ber wê jî DAIŞ çêkirin û hewl dan ku fikra me ya azad dorpêç bikin, lê bi ser neketin û vê carê jî dê têkçûn para wan be, ji ber ku gelê herêmê careke din ji parastina xaka xwe û gelê xwe dudil nabe."

Ciwan Azad her wiha got: "Ne tenê dewleta Tirk a dagirker şerê me dike, bi wê re NATO heye. NATO û dewleta Tirk dîtina gelên xwedî ramana azad li herêmê qebûl nakin."

Ciwan Azad wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk bû dergeha derbasbûna DAIŞ'ê ji bo herêmên me da ku li dijî gelê me yê ku zilm û koletiyê qebûl nake, komkujiyan pêk bîne. Gel li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan mezin bû."

Ciwan da zanîn ku armanca sereke ya dewleta Tirk têkbirina xewna Kurdan a xwegihandina mafê xwe ye û wiha domand: "Bi îmkanên xwe yên biçûk, me terora ku ew hewl didin careke din vejînin ji holê rakir, lê divê bizanin ku îro em ji berê pir bi hêztir in, îro Hêzên Sûriya Demokratîk hene ku herêmê li hember êrişên derve diparêze. "

Ciwan Azad herî dawî ev bang kir: "Ez bang li zarokên herêmê dikim ku parastina wê bikin, kî îxanetê li vê axê bike, îxanetê li xwe dike û cihê wî li vir nîn e. Yên ku li ser vê xakê dijîn, divê xwedî kesayeteke xurt bin.”

'ARMANCA DAGIRKERAN QUTKIRINA TÊKILIYA  RÊVEBERIYA XWESER Û GEL E'

/kr/uploads/files/2022/09/10/173022_-.webp

Şervanê YPG'ê Zinar Reş ku di berxwedana Kobanê de ji milê xwe yê çepê birîndar bûye, da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê hewl didin şaneyên xwe ji nû ve bigihînin hev û got: "Ji ber vê yekê em dibînin ku dem bi dem li Kampa Holê û li cihên cuda derdikevin û derketina wan bi îstixbarata dewleta Tirk ve girêdayî ye ku sponseriya van şaneyan dike.

Zinar Reş her wiha got, armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku têkiliya di navbera Rêveberiya Xweser û gel de qut bike, lê operasyonên dawî yên QSD'ê mîna derbeke kujer bû jê re. Piştî girtina bi dehan ajanên wê û destpêkirina pêngava paqijkirina kampa Holê, xewnên dewleta Tirk a dagirker û planên wê têk çûn.

Zinar Reş li ser sedema ku dewlet Tirk destekê dide çeteyên DAIŞ’ê jî wiha got: "Armanca dewleta dagirker, dagirkirina herêmê û guhertina demografiya wê ye, tişta ku li bajarên dagirkirî yên mîna Efrînê diqewime ji kesî nayê veşartin ku çawa dewleta dagirker demografiya herêmê û heta xwezaya wê jî bi birîna daran diguherîne û dike çolistaneke ziwa."

Zinar Raş bang li gelê herêmê kir ku piştgiriyê bidin operasyonên QSD’ê û wiha got: "Gel bingeha her hêzeke li ser rûyê erdê ye û QSD jî zarokên vî gelî ne û parastina hebûna xwe dikin."

(hs)

ANHA