Xebatên sererastkirina stasyona kehrebe ya navçeya Til Temirê berdewam in

Aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hewl didin stasyona kehrebeyê ku duh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat topbarankirin, sererast bikin. Tê payîn ku xebatên sererastkirinê di çend saetên bê de bidawî bibin.

Xebatên sererastkirina stasyona kehrebe ya navçeya Til Temirê berdewam in
8 îlon, 2022   13:21
HESEKÊ

Vê sibê tîmên sererastkirinê yên Navenda Kehrebeyê ya navçeya Til Temirê berê xwe dan stasyona veguhastina kehrebeyê ku duh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû topbarankirin da ku sererast bikin.

Artêşa Tirk a dagirker duh bi dijwarî gundewarê Til Temirê topbaran kir. Gundên tijî şênî û stasyona kehrebe ya Til Temrê kir hedef. Di encamê de stasyon ji xizmetê derket û zirareke mezin gihaşt torên kehrebe yên navçeyê.

Ji dîmenên nûçegihanê me ji stasyonê re kişandin, asta topbaranê û zirarên wê xuya dibin. Hevserokê Navenda Kehrebe ya Til Temirê Fehid Seîle ji ajansa me re axivî û got: “Ji bo sererastkirina stasyonê 2 werşe li kar in. Yek xeta 20 KV ya li gundê Til Cuma yê asûr û ya din li rojavayê stasyona kehrebeyê xebatên sererastkirinê pêk tînin. NIvîsgeha Veguhastin û Belavkirina Enerjiyê ya Hesekê desteka me kir ku xeta 66 KV sererast dike.”

Semîle destnîşan kir ku wê di saetên bê de xebatên sererastkirinê bi dawî bibin û dîsa kehrebe vegere navçeyê.

(dm)

ANHA