​​​​​​​Malbata Barzanî bi pereyên gelê Kurd qesr û qonaxan dikirin

Rojnamevan Kalîforniyayî James McClain li ser malpera Dirt ku malpereke taybet a ji bo eşkerekirina giranbûna milk û malên kesayet û binemalên cîhanê ye diyar kir ku Mensur Barzanî vîlayek li Kalîforniyayê ji bo firotinê bi 30 milyon dolarî xiste bazarê.

​​​​​​​Malbata Barzanî bi pereyên gelê Kurd qesr û qonaxan dikirin
​​​​​​​Malbata Barzanî bi pereyên gelê Kurd qesr û qonaxan dikirin
​​​​​​​Malbata Barzanî bi pereyên gelê Kurd qesr û qonaxan dikirin
​​​​​​​Malbata Barzanî bi pereyên gelê Kurd qesr û qonaxan dikirin
​​​​​​​Malbata Barzanî bi pereyên gelê Kurd qesr û qonaxan dikirin
​​​​​​​Malbata Barzanî bi pereyên gelê Kurd qesr û qonaxan dikirin
8 îlon, 2022   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevanê Kalîforniyayî James McClain di malpera Dirt ku malpereke taybet a ji bo eşkerekirina giranbûna milk û malên kesayet û binemalên cîhanê ye ragihand ku ji beriya 4 salan malbata Barzanî li Beverly Hills vilayek bi 27 milyon dolaran kiriye û niha ew vîlayê ji bo firotinê bi bihayê 30 milyon dolarî xistiye bazarê.

James McCline di dewama nivîsa xwe da zanîn ku ruberê wê vîlayê 21 hezar metredame, li kolanek kevin û bi nirx a Kolîforniyayê ye û Mesrur Barzanî xwedîtiya wê dike û dibêje: “Li Los Angeles’ê ev ne vîlaya yekem a malbata Barzaniye. Di havîna sala 2018’an de jineke Îranî milkekî bi 20 milyon dolarî li Beverly Hills kiribû ku piştre diyarbû ew hevjîna duyemîn a Mensur Barzaniye. Ji bilî vê jî li Londonê xwediyê hinek malên din jî ye.”

Di 7’ê Kanûna sala 2021’an de di rojnameya Emerîkî ya The Amerîcan Prospect de bi sernavê ‘Bermayên gendeliyê ji Iraqê bo Miamî’ belgeyên, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî qesreke bi bihayê 18 milyon dolarî kiriye eşkerekiribû.