Bi hezaran şênî li kantona Hesekê li dijî dagirkeriyê û xiyaneta PDK`ê xwepêşandan li dar xist

Li kantona Hesekê ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK û êrişên dewleta Tirk a dagirker gelek xwepêşandan li dar ketin. Xwepêşandêran gotin li hember xeta xiyanetê ew piştgiriya têkoşeran dikin.

8 îlon, 2022   13:55
HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û tevlêbûna wê di êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, li Hesekê, Dirbêsiyê, Hol û Şedadê yên kantona Hesekê xwepêşandan li dar ketin.

Bi sedan şêniyên kantonê, rûspiyên êlên ereb û kurd, partî û saziyên civaka sivîl tev li xwepêşandanan bûn ku li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Li Hesekê xwepêşandan ji çerxerêya Sînalko dest pê kir û li çerxerêya Hemame (Kevok) rawestiye û veguherî mitingê.

/ar/uploads/files/2022/09/08/131231_dhlh-ahmd-28medium29.webp

Di mitingê de endama Kongra Star Dehle Ehmed û endamê Meclisa Bajarê Hesekê Ferhan Etiye axivîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker û tevlêbûna PDK` ê di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, her wiha bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

/ar/uploads/files/2022/09/08/131336_frhan-atyh-28medium29.webp

Her wiha bang li PDK`ê kirin ku li xwe vegere û bi planên dewleta Tirk a dagirker neyê xapandin ku hewl dide bi rêya wê armancên xwe pêk bîne.

Axêveran sza berdewamkriina têkoşînê li hember terorê û dagirekriya Tirk da ku hewl dide axa herêmê dagir bike û siyaseta tirkkirinê li ser bimeşîne.

ŞEDADÊ

/ar/uploads/files/2022/09/08/131322_awad-alhmd-28large29.webp

Li Şehdadê bi heman mebestî, xwepêşandan li dar ket. Xwepêşandan li ber navenda ciwanan a li taxa başûr rawestiya û veguherî mitingê. Di vê çalakiyê de endamê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma başûr, Ewad El Hemed axivî û got: “Komploya di navbera PDK û dewleta Tirk de li ser gelên herêmê berdewam e. Êdî ev yek di hedefgirtina domdar a herêmê û şehîdxistina gelek kesayetan de diyar bû.”

El Hemed got êrişa dawî li ser Hêzên Parastina Gel (HPG) û dîlgirtina birîndarên êrişê ji aiyê PDK`ê ve li ser vê hevkariyê delîl e.

/ar/uploads/files/2022/09/08/131250_ayman-alfrj-28large29.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Îman El Ferec axivî û helwestên hêzên navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Kurdistanê şermezar kirin û bang li wan kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û rê li pêşiya dewleta Tirk û pêkanîna sûcên din li dijî herêmê bigirin.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran, teqezî bi berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê li hember dagirkeriya Tirk û derxistina wê ji Sûriyê kir.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê şêniyan ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest bi çalakiya xwe kir û li qada Azadî mitingek li dar xist.

/ar/uploads/files/2022/09/08/131355_mhmd-alkhlf.webp

Di mitingê de hevserokê Nivîsgeha PYD`ê şaxê Dibêsiyê Mihemed El Xelef axivî û berxwedana dîrokî ya li çiyayên Kurdistanê silav kir û got: “Berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê destpêka binkeftina dagirkeriya Tirk e. Divê PDK`ê sembolên pîroz ên kurdan neke xizmeta dijminan.”

El Xelef wiha domand: “Gelên Kurdistanê êdî rastiyê nas dikin. Em bi navê partiya xwe û gelê xwe soz didin ku hesabê ji xayînan bixwazin mîna QSD`ê di Operasyona Sondê de kiriye.”

El Xelef diyar kir ku gelên herêmê dê bi rêya pêkanîna rêgezên şerê gel ê şoreşgerî, xiyanet û dagirkeriyê tune bike û dê şoreşa xwe bi ser bixe.

HOL

Li Holê di heman çarçoveyê de, şêniyan li pêşiya Navenda Meclisa Navçeya Holê çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Tê de hevserokê Nivîsgeha PYD`ê şaxê navçeyê Emar Musa axivî û got: “PDK`ê di destê dagirekriya Tirk de û ji bo pêkanîna armancên wê, bûye amûr ku hewl dide pê vîna gelên Kurdistanê li Başûr bişikîne. Divê civat û hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan helwesteke cidî nîşan bidin û hesabê ji dewleta Tirk bixwazin, her wiha qada hewayî ya herêmê bigirin da ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigirin.”

Endama Kongra Star Sacde Selman axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: “Gelên herêmê dê berxwedanê li rex QSD û Rêveberiya Xweser berdewam bikin ta ku hemû herêmên dagirkirî rizgar dibin.”

ANHA