Li başûrê Hesekê projeyên xizmetguzariyê dewam dikin

Şaredariya Gel a Navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê dest bi sererastkirina rêya rojava ya ketina navçeyê kir ku dikeve xizmeta 55 gundên derdorê. Şaredarî di heman demê de amadekariyan dike ku gli navçeyê û şaredariyên girêdayî wê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk bîne.

Li başûrê Hesekê projeyên xizmetguzariyê dewam dikin
8 îlon, 2022   08:56
HESEKÊ

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a sererastkirina rêyên sereke yên navçeya Şedadê ya başûrê kantona Hesekê de, Şaredariya Gel a navçeyê dest bi sererastkirina rêya rojava ya ketina navçeyê kir ku bi rêya “Kaniye” tê nasîn.

Hevserokê Şaredariya Gel a Şedadê Mihemed Dexîl ji ajansa me re diyar kir ku ev proje dê mehekê dewam bike û wiha axivî: "Par, qûm li ser rêyê hate belavkirin û niha jî dê bi 3 hezar û 80 metrekab xîz were danîn da ku bi dirêjbûna 4 km û firehbûna 10 metreyan were qîrkirin. Ev rê dê bikeve xizmeta 55 gundên li derdora navçeyê."

Dexîl da zanîn ku dê proje beriya demsala zivistanê bi dawî bibe, her wiha dê rêyên şaxî yên beriya demekê torên kanalîzasyonê li wan hatibûn sererastkirin, bê çêkirin.

Mihemed Dexîl têkildarî projeyên din ên di demên pêş pêk werin wiha got: "Projeya kanala sereke ya kanalîzasyona Şedadê ye ku bi dirêjbûna hezar û 200 metreyan e. Her wiha projeya kanalîzasyonê ya navçeya Mergede ye û danîna qûmê li ser rêyên bajarokê Ebdan û gundên wê.”

Hevserokê Şaredariya Gel a Navçeya Şedadê Mihemed Dexîl got şaredarî niha li ser rêya bajarokê Ebdan û r;ya rojava ya ketina navçeya Şedadê dixebite.

(eh)

ANHA