​​​​​​​Serokê Foruma Almanî-Kurdî: Zarokên li Holê ji nifşên yekem ê DAIŞ`ê xeternaktir in

Serokê Foruma Almanî-Kurdî Yûnis Behrem da zanîn ku Erdogan xalên lawaz ên siyaseta Ewropayê ya li hember Kurdan baş dizane, lewma hewl dide ji bo pêkanîna siyasetên xwe yên dagirkeriyê li Rojava jê sûdê wergire û got: “Civaka navneteweyî jî xetereya DAIŞ`ê dizane. Zarokên li Holê li ser fikrên tundraw radibin, nifşê herî xeternak e.”

​​​​​​​Serokê Foruma Almanî-Kurdî: Zarokên li Holê ji nifşên yekem ê DAIŞ`ê xeternaktir in
8 îlon, 2022   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev serokê Foruma Almanî-Kurdî Yûnis Behrem di bernameya taybet a ajansa me de behsa xetereya DAIŞ`ê, Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê û berpirsyariya civaka navneteweyî ya li hember wê kir.

Behrem anî ziman ku DAIŞ cîhanê tev de ditirsîne, ev jî pirsgirêkeke demkî ye ku di halê hazir de dewleta Tirk sûdê jê werdigire.

Behrem destnîşan kir ku DAIŞ ne tenê çeteyên li Holê ne, dewleta Tirk cil û pênaseyên wan diguherîne û navên cuda li wan dike, ji bo ku di siyasetên xwe yên li herêmê de bi kar bîne.

Behrem bal kişand ser çeteyên li herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û got: “Mînaka wan bi navên wekî Firqeya Sultan Mûrad, El Emşat û navên din bi nav dike, lê tev de çeteyên li gorî daxwazê ne, wekî DAIŞ`ê. Bi wê re dewleta Tirk hewl dide dîroka Osmaniyan vegerîne herêmê.”

Behrem her wiha behsa kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li bajarên Sûriyê yên dagirkirî, siyasetên tirkkirinê, ferzkirina pereyên Tirkiyê, avakirina sînoran di navbera herêmên Sûriyê de jî kir û got: "Ev siyaset ji bo tevlêkirina herêmên Sûriyê ji Tirkiyê re ye."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya QSD`ê, YPG/YPJ`ê ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê û ziwakirina çavkaniyên terorê di 25`ê Tebaxê de li kampa Holê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihand.

Di operasyona lêgerînê de hêzên pêngavê gelek çek, cebilxane û navendên perwerdekirina zarokan li ser fikrê tundraw ê DAIŞ`ê û belgeyên taybet dîtin. Çeteyên girtî got dewleta Tirk rasterast piştgiriya wan dike û kesên perspektîfan didin wan li herêmên dagirkirî ne.

Di bernameyê de serokê Foruma Almanî-Kurdî Yûnis Behrem bi bîr xist ku zarokên li Holê yên li ser fikrên tundraw ên DAIŞ`ê radibin, xetereyeke mezin çêdikin û got: “Nifşê niha li kampa Holê mezin dibe, ji nifşê yekem ê DAIŞ`ê xeternaktir e.”

Behrem diyar kir ku derûniya nifşê yekemîn ji perwerdeya niha zarok dibînin cudatir bû, mînak gelek ji wan "nifşê yekem" ji bo pere tev lê dibin, lê yên li ser fikrên DAIŞ`ê mezin dibin ku ev xetereya herî mezin in.

Behrem bang li civata navneteweyî kir ku li hember zarokan bi erka xwe rabin û piştî dewlet welatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de wergirin, divê wan ji nû ve perwerde bikin.

Behrem têkildarî çekên li kampa Holê têne dîtin, got ew rasterast piştgiriya dewleta Tirk ji DAIŞ`ê re nîşan dide û wiha dewam kir: "Di girtîgehan û li dewletên Ewropa û Almanyayê gelek kesên bazirganiya narkotîkê hebe û ji kesên li derveyî girtîgehê bazirganiyê dikin, bêhtir in. Ev jî tê wateya sûdê ji hin valahiyan werdigirin ku derbasî girtîgehê bikin. Li Holê jî heman tişt e anku valahî li her derê hene."

Yûnis Behrem piştrast kir ku civata navneteweyî xetereya DAIŞ`ê ya li ser herêmê û piştgiriya dewleta Tirk jê re dibîne û bal kişand ser têkiliyên hin dewletan bi Tirkiyê re û wiha dawî li nirxandinên xwe anî: "Rewşa jeo-polîtîk a Tirkiyê ji bo gelek welatan girîng e, ji wan Rûsya ya dixwaze li dijî Ukraynayê û NATO`yê, Tirkiyê li kêleka wê be, Erdogan xalên zeîf ên siyaseta Ewropayê ya li hember Kurdan dizane, lewma gelek tiştan ji bo pêkanîna projeyên xwe yên dagirkeriyê bi kar tîne."

(eh)

ANHA