​​​​​​​Nicholas Granger û PYNK li hev civiyan

Nûnerê DYA’yê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger li Qamişloyê bi nûnerên PYNK’ê re civiya. Di hevdîtinê de behsa rewşa heyî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya navneteweyî hate kirin.

​​​​​​​Nicholas Granger û PYNK li hev civiyan
8 îlon, 2022   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger duh (7 Îlon) serdana navenda giştî ya partiyê ya li Qamişloyê kir û bi nûnerên PYNK’ê re civiya.

Hevseroka PYD`ê Asya Abdullah û endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl pêşwaziya Nicholas Granger kir.

Li gorî malperê her du aliyan behsa rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşeroja wê û piştgiriya navneteweyî ya ji van herêman re kir.

Her wiha behsa êrişên dagirkeriya Tirk hate kirin ku bi balafirên bêmirov fermandarên QSD`ê, Hêzên Antî-Teror, siyasetmedar û sivîlan dikin hedef.

Her wiha hate destnîşankirin ku Granger aniye ziman ku helwesta wan diyar e û di gelek hevdîtinan de gotine ku ew jî tev li êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê nabin, her wiha bi îstiqrara herêmê re ne, ji ber ku têkbirina ewlehiya van herêman dê bandoreke neyînî bi xwe re bîne.

(eh)