Hewldanên Rûsyayê yên lihevanîna Şam û Enqere didomin, helwesta DYA’yê çi ye?

Rûsya hewldanên xwe yên lihevanîna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê didomîne. Di demekê de ku her kes mijarê dişopîne ku ev hewldan veguherin tevgerên cidî, helwesta DYA’yê ne zelal e, nemaze piştî ku ji civîna li Cinêvê vegeriya. Gelo rastiya helwesta DYA’yê çi ye?

Hewldanên Rûsyayê yên lihevanîna Şam û Enqere didomin, helwesta DYA’yê çi ye?
7 îlon, 2022   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Di demekê de ku Rûsya û Îran hewldanên xwe yên yên di çarçoveya Astanayê de didomînin ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li hev bînin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ket nava tevgerê ku hinekan wekî bersivdayîna van hewldanan wesif kir.

Beriya çend rojan, Washingtonê banga lidarxistina civînekê li Cinêvê kir. Nûnerên Yekitiya Ewropayê, Brîtanya, Komkara Erebî, Erebistana Siûdî, Misir, Tirkiyê û Qeterê beşdarî civînê bûn. Çavdêran ev civîn wek berdewama hewldanên Washingtonê yên salên borî yên bi navê "Dostên Gelê Sûriyê" dît ku piştî derketina hewldanên civînên Astanayê yên der barê Sûriyê de, hat paşguhkirin.

Washington li ser zimanê wezîrê karên derve yê DYA’yê, nerazîbûn nîşanî hewldanên lihevanîna Şam û Enqereyê da.

Cîgirê berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA'yê Vidant Patel di 30'yê Tebaxê de got: "DYA armanc nake ku têkiliyên dîplomatîk bi rejîma Esed re xurt bike, em piştgiriyê nadin welatên din ji bo normalîzekirina têkiliyan."

‘DEWLETA TIRK LÎSTIKA LI SER NAKOKIYAN DIDOMÎNE’

Çavdêrên rewşa Sûriyê tevgerên niha yên DYA’yê bi şermok û ne aktîf bi nav kirin. Lêkolîner û çavdêrê siyasî Ebdulmesîh Şamî ji Berîlê ji ANHA'yê re axivî û got: "DYA nikare zêdetir li dijî Tirkiyê rabe, delîlê herî mezin ê vê yekê tecrubeyên wê yên berê ne, dema ku Tirkiyê gelek caran xaka bakurê Sûriyê dagir kir, her wiha êriş û şerên wê û ketina wê herêmên di bin serweriya DYA’yê de. Tevî vê yekê jî Washingotin destwerdan kir, lê vekişiya."

Ebdulmesîh Şamî her wiha diyar kir ku DYA naxwaze bi awayekî leşkerî derkeve hemberî Tirkiyê, ji ber ku nikare û hewl dide bi wê û Rûsyayê re nekeve nava rûbirûbûnê û got: “Ev nêzîkatiya Washingtonê ye, ji ber ku lêçûna şer pir e. Ev yek jî nîşana bêçaretiya wê ya li hember helwesta Tirkiyê û planên wê ye. Washington îro rûbirûbûna rasterast cesaret nake, sedema vê yekê rewşa cîhanî ya hestiyar e, nemaze piştî şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê. Rojavayî îro nikarin li hemberî Tirkiyê derkevin, ji ber ku ev yek dê bandoreke neyînî li şerê li Ukraynayê bike ku dê li gorî berjewendiyên Rûsyayê derkeve."

Enqere ji şerê di navbera Moskov û Washington de li Sûriyê û dewletên din weke Ukraynayê hewl dide li ser nakokiyan bilîze da ku  ji tawîzên mezintir ji aliyên Rûsya û DYA’yê qezenc bike. Tirkiyê jî endameke NATO'yê ye û şirîkê leşkerî yê Washingtonê ye û li aliyekî din parçeyek ji xeta sêalî ya "Astanayê ye ku ji Enqere, Moskov û Tehranê pêk tê.

Tecrubeyên berê îsbat kirin ku Washington naxwaze li Sûriyê Tirkiyê tengav bike da ku Tirkiyê bi aliyê Rûsyayê ve neçe, Rûsya jî naxwaze zextê li Tirkiyê bike da ku wê di çarçoveya xwe de bihêle û piştre wê ji NATO'yê dûr bixe, her wiha Tirkiye hewl dide ji her du aliyan ve qezencên mezin bi dest bixe û naxwaze hevbendiyên xwe bi her du dewletan re winda bike.

Têkildarî helwesta DYA’yê ji hewldanên Rûsyayê yên lihevanîna hikumeta Şamê û Enqereyê, lêkolînerê li Enstîtuya New Lines, Nicholas Heras ji ajansa me re axivî û got DYA beriya her tiştî rageşiyekê li Sûriyê naxwaze.

Her wiha got: "Ne girîng e amerîkî bibînin ku Tirkiyê nêzî Rûsya dibe û bi Îranê re dixebite. Lê proseya Astanyê ji şerê di navbera Îran û Tirkiyê de ku bû sedema gelek pirsgirêkan li herêmê, baştir e."

Lêkolîner Nicholas Heras bal kişand ser rola Washingtonê di aktîfkirina proseya Cinêvê û pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254'an de û wiha domand: "Di pratîkê de proseya Cinêvê rawestiya, ya herî girîng têkiliyên di navbera hêzên mezin ên li ser erdê yên li Sûriyê de ye."

Şamî jî têkildarî civîna dawîn a li Cinêvê got: "Ev civîn nîşaneya helwesta DYA’yê ye ku red dike û ji projeyên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê ne razî ye. Dibe ku DYA dixwaze xetekê bipejirîne ku bi rêya destekdayîna muxalîfan pêk anîbû, gel sor be, pirsgirêkên hundirîn derxe, cîhanê li hemberî Tirkiyê sor bike, cezayan li Enqereyê bibire. Washington her tim van rêbazan dimeşîne da ku bi awayekî nerasterast û bi rêya mijarên siyasî û piştgiriya muxaîfan zextê bike."

ANHA