Berpirseke îranî hişyariya zuhabûna gola Ûrmiyê da

Roja sêşemê, berpirseke îranî hişyariya zuhabûna gola Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê bi temamî di salên bê de, da.

Berpirseke îranî hişyariya zuhabûna gola Ûrmiyê da
6 îlon, 2022   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor ajansa ISNA, seroka Daîreya Hawîrdorê ya Îranê Arzo Eşrefîzade wiha axivî: “Eger parên avî nehatin dayîn û planên ku hatine danîn, pêk neyên dê hêviya başbûna gola herî mezin a Rojhilata Navîn nemîne.”

Arzo Aşrefîzade wiha doman: “Li gor qanûnê, divê Wezareta Enerjiyê pêdiviyên avî yên golê û para wê ji avê peyda bike. Ji ber gelek sedeman yek ji wan kêmbûna rêjeya baranê, para golê ji avê kêm bûye.”

Arzo Aşrefîzade diyar kir ku ji bo rê li pêşiya zûhabûna golê bê girtin, divê avakirina bendavên nû rawestin û girtek ji bo rawestandina çandiniyê werin girtin.

Rêjeya gola Ûrmiyê ya ku di navbera bajarên Tebrîz û Ûrmiyê de ye, ji sala 1995’an ve dest bi nizmbûnê bûye ku berê yek ji golên şor ên herî mezin ên cîhanê bû.

Di 25 salên derbasbûyî de, zuhabûna golê yek ji mezintirîn karesatên jîngehî li herêmê ye ku ji ber xemsariya mirov û guhertina avhewayê pêk tê.

(mh)