Bi wêne û dîmen roja 13`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê

Di roja 13`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de gelek cebilxane, çenteyên leşkerî, lênûskên perwerdekirina zarokan li ser îdeolojiya DAIŞ û bermahiyên pereyên DAIŞ`ê hatin dîtin.

Bi wêne û dîmen roja 13`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 13`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 13`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 13`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 13`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 13`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 13`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
6 îlon, 2022   16:47
​​​​​​​HESEKÊ

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25`ê Tebaxê de bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) dest pê kiriye, didome.

Di roja 13`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de hêzên ewlekiyê, xebatên lêgerînê di beşa 6`an de pêk anîn ku beşa herî mezin a koçberên Sûriyê ye.

Di wê çarçoveyê de hêzê mask, cil û bergên leşkerî, pirtûk û lênûskên perwerdekirina zarokan li ser îdeolojiya DAIŞ`ê û gelek telefon dîtin.

Her wiha hêzê, carûrên kilaşînkov, cebilxane û dîskên laptopê û bermahiyên pereyên DAIŞ`ê dîtin.

Hêzê jinek girt ku zarok li ser fikrên tundraw ên DAIŞ`ê perwerde dikir. Di telefona wê de dîmenên têkildarî perwerdekirina zarokan di kampê de dîtin. Di girtina wê jinê de, zarokek 5 salî, nîşaneya “Gorên Boz” bilind kir ku sembola AKP û MHP`ê ye.

Nûçegihanên me roja 13`an a pêngavê bi dîmen û wêne şopandin.

(dm)

ANHA